QSD’ê encamê şerê li Efrînê û 20 rojên Bagera Cizîrê eşkere kir

QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî encama giştî ya hemû şerê Efrînê û encama pêngava Bagera Cizîrê ya 20 rojan weşand. QSD’ê diyar kir ku li Efrînê 1.219 leşker û çete hatine kuştin û 177 şervanên wan şehîd bûne.

QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî encama giştî ya hemû şerê Efrînê û encama pêngava Bagera Cizîrê ya 20 rojan weşand.

Daxuyaniya QSD’ê wisa ye:

 “Artêşa Tirk a dagirker û terorîstên wê Cebhet El-Nusra û DAÎŞ di dîroka 20‘ê Çileya 2018‘an de saet 5‘ê ber êvarî êrîşî Efrînê kirin. Bîlançoya êrîşên ku ji wê rojê heta niha pêk hatiye wiha ye:

1-Şehîdên hêzên me ya leşkerî: Di berxwedaniyên lehengî de û şerê rû bi rû bi dagirkeran û terorîstan re, 177 şervanên me şehîd bûn û bi merasîmên bi heybet hatin veşartin.

2-Kuştiyên dijmin: Di şer û çalakiyên me yên me yên bi bandor  de, hate tekezkirin ku hezar û 219 ji leşkerên dijmin û terorîst hatin kuştin. Ev hejmar ji aliyê hêzên me ve hate tesbîtkirin ku termên wan li erdê hatin dîtin.

3-Êrîşên hewayî: Dagirkeriya Tirkiyeyê 793 êrîşên hawayî li ser herêmên sivîlan, binsazî, stasyonên avê, dibistanê pêk anî.

4-Êrîşên bi balafiran: Hêzên dagirker 17 êrîşên bi balafirên amûdî li dijî herêmên sivîlan û binesaziyê pêk anîn.

5-Êrîşên bi çekên giran: Dagirkeriya Tirkiyeyê û terorîstên wê 2 hezar û 785 êrîşên bi çekên giran ên wekî tank û topan kir.

6-Şerên rû bi rû: Di navbera hêzên me û dagirkeriya Tirkiyeyê û terorîstan wê de 542 şer rû da, encamên van şeran hate diyarkirin. Dîsa jî 134 şeran rû dan ên ku encamên wê nehatin zelalkirin.

7-Xistina balafiran: Ji destpêka êrîşên dijmin ve hêzên me du balafirên wan xistin. Yek Kobra û yek Skorsky ya ku fermandar jî di nav de 11 leşkerên Tirk tê de bûn. Her wiha hêzên me du balafirên keşfê yek Doran û yek Bayraktar anîn xwarê.

8-Rûxandina Panzêran: 66 panzêr di nav de tank û erebeyên leşkerî hebûn hatin rûxandin. Di nav wan de 17 jê hatin bêbandorkirin.

DÊRAZOR: PÊNGAVA BAGERA CIZÎRÊ

Şer: Ji beriya zêdeyî 20 rojan ve, di navbera şervanên me û terorîstên DAIŞ‘ê de li gundê El-Behra şer rû de, di encamê de şervanên me gund rizgar kirin.

Kuştiyên terorîstan: Di encamên şerê ku 20 rojan li gundê El-Behra rû da de, şervanên me hezar û 776 terorîst kuştin.

16 topên hawanê, 17 erebeyên bombekirî, 8 çekên doçka, 14 erebeyên doçka li ser, 24 dozer 3 baregehên bombekirina erebeyan, 2 panzêr, 5 balafirên keşfê, 7 motorsiklêtên barkirina cebilxaneyan, 1 fuze,2 erebeyên BMB, 12 erebeyên leşkerî, 1 obus, 3 erebeyên barkirina cebilxaneyan û erebeyeke SPG3 ketin destê şervanên me.”