Gelê Cizîrê berê xwe da Efrînê
Berxwedana Serdemê ya li Efrînê di roja 34'an de ye. Gelê herêma Cizîrê ku ji bo destekê bide berxwedana Efrînê duh bi rê ket, şev li Kobanê ma. Bi hezaran kes danê sibehê ber bi Efrînê ve bi rê ketin.

Duh bi hezaran kes ji herêma Cizîrê ber bi Efrînê ve bi rê ketibûn, ji bo destekê bidin berxwedana serdemê.
Girseya gel ku şev li Kobane ma, danê vê sibehê berê xwe da Efrînê.
Beriya niha jî bi deh hezara kes ji herêma Cizîrê çûbûn Efrînê û destek dabûn berxwedanê. Beriya du rojan jî (20'ê Sibata 2018) bi hezaran Kukrd, Ereb, Suryanî, Tirkmen û mirovên ji gelên cuda ji Helebê çûbûn Efrînê û destek dabûn berxwedanê.