Nasnameya 10 şehîdên Bagera Cizîrê hate eşkerekirin
YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 10 şervanên YPG’ê yên di berxwedana Pêngava Bagera Cizîr a rizgarkirina Dêra Zorê de şehîd bûne eşkere kir.
YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 10 şervanên YPG’ê yên di berxwedana Pêngava Bagera Cizîr a rizgarkirina Dêra Zorê de şehîd bûne eşkere kir.
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 10 şervanên YPG’ê yên di Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina bajarê Dêra Zor û gundewarên wê de ku 28’ê Sibatê şehîd bibûn eşkere kir.
YPG’’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt got:
“Pêngava Bagera Cizîrê a bi armanca rizgarkirina Dêre Zorê bi pêşengtiya Hêzên Suriya Demokratîk(QSD) û YPG-YPJ hatibû destpêkirin bi dijwarî berdewam dike. Di çarçoveya pêngavê de roja 28’ê Sibatê çeteyên DAIŞ’ê êrîşên berfireh li ser xalên hêzên me yên baskê Heqil Tenek kirin. Bi bersivdayîna hêzên me li hember êrişên çeteyan şer bi saetan dom kir û êrîş bi temamî hatin şikandin. Di şikandina êrişên çeteyan de 10 şervanên me bi lehengî berxwe dan û şehîd bûn.
‘ÎRO HEMÛ PÊKHATEYÊN HERÊMÊ ŞER DIKIN’
Bi destpêkirina Pêngava Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqayê re tevlîbûna ciwanên pêkhateyên Ereb di nav refên YPG’ê roj bi roj zêde bû, roja me ya îro li Dêre Zorê gihiştiye lûtkeyê. Îro li Rojava û Bakurê Sûriyê li hember dagirkeran û çeteyên wê gelên herêmê yê Kurd, Ereb û pêkhateyên din bi pêşengtiya hêzên me li ber xwe dide da ku armanc û xeyalên dijmin têkbibin. Her deh hevalên me jî ku Kurd û Ereb in, li ser heman bîr û baweriyê ji roja destpêkê heta dawiyê tevgeriyan û di her kêliya jiyanê de bûn mînak. Hêviya dagirkeran a jinûve zindîkirin û xurtkirina çeteyên DAIŞ’ê li herêmê ev 10 rêhevalên me bi lehengî û berxwedaniya xwe hêviyên dijmin valaderxistin û rê nedan ku careke din li herêmê hêzên tarî serwer bibin.
Em weke YPG û YPJ di kesayeta 10 lehengên me yên Dêre Zorê tevahî şehîdên me bi rêzdarî bibîrtînin. Em dibêjin serê malbatên şehîdên me û gelê me yê berxwedêr sax be. Em careke din soz didin ku heta xewn û xeyalên şehîdên xwe bicih bînin, em ê têkoşîna xwe heya dawî bidomînin.”
AGAHIYÊN TÊKILDARÎ NASNAMEYAN
Nasnameyên pakrewanan wiha ye:
Nasnav: Dijwar Şedadê
Nav û Paşnav: Leys El Îsa
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Ehmed
Cihê Jidayikbûnê: Şedadê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor/28’ê Sibata 2018
***
Nasnav: Dilşêr Til Hemîs
Nav û Paşnav: Ehmed El Hesen
Navê Dayikê: Xemîse
Navê Bav: Mihemed
Cihê Jidayikbûnê: Til Hemîs
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor/28’ê Sibata 2018
***
Nasnav: Kados Qamişlo
Nav û Paşnav: Hanî El Feran
Navê Dayikê: Xalya
Navê Bav: Îmad
Cihê Jidayikbûnê: Qamişlo
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor/28’ê Sibata 2018
***
Nasnav: Leys Til Hemîs
Nav û Paşnav: Ezeldîn El Berho
Navê Dayikê: Cemîle
Navê Bav: Ehmed
Cihê Jidayikbûnê: Til Hemîs
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor/28’ê Sibata 2018
***
Nasnav: Mihemed
Nav û Paşnav: Mihemed El Îsa
Navê Dayikê: Cewhera
Navê Bav: Hemîd
Cihê Jidayikbûnê: Dêrezor
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor/28’ê Sibata 2018
***
Nasnav: Qasim Mergeda
Nav û Paşnav: Hewaş El Ezba
Navê Dayikê: Sebha
Navê Bav: El Hemed
Cihê Jidayikbûnê: Şedadê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 27 Sibat 2018
***
Nasnav: Rêdur Qamişlo
Nav û Paşnav: Rebîh Xidir
Navê Dayikê: Meryem
Navê Bav: Salim
Cihê Jidayikbûnê: Qamişlo
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor/28’ê Sibata 2018
***
Nasnav: Sînor Qamişlo
Nav û Paşnav: Silêman Ibrahîm
Navê Dayikê: Meryem
Navê Bav: Xerîb
Cihê Jidayikbûnê: Qamişlo
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor/28’ê Sibata 2018
***
Nasnav: Şêrhat Til Berak
Nav û Paşnav: Amir El Selîm
Navê Dayikê: Sebha
Navê Bav: Qasim
Cihê Jidayikbûnê: Til Berak
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor/28’ê Sibata 2018
***
Nasnav: Zagros Şedadê
Nav û Paşnav: Hisên El Rîma
Navê Dayikê: Henûf
Navê Bav: Mexlef
Cihê Jidayikbûnê: Şedadê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor/28’ê Sibata 2018