Asya Ebdullah: Rûsyayê dagirkerî pesend kir Tirkiyeyê jî dagir kir

Hevseroka TEV-DEM’ê Asya Ebdullah diyar kir ku dagirkeriya li ser Efrînê bi pesendkirina Rûsyayê pêk hatiye û got ‘Berxwedana Efrînê hemû Sûriyeyê diparêze.”

Berxwedana Serdemêya li Efrînê ya li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê di roja 43’an de didome. Hevseroka TEV-DEM’ê Asya Ebdullah êrîş û berxwedana li Efrînê ji ANF’ê re nirxand.

Ebdullah got ku ‘Berxwedana Efrînê berxwedaneke Kurdistanî û Sûriyeyî ye. Ji ber ku hemû gel û pêşeroja Sûriyeyê diparêze. Lê tişta girîng ev e ku Efrîn bû meseleyeke navneteweyî.

*Berxwedana Efrînê 40 roj li pey xwe hişt. Hûn berxwedana li vê derê çawa dinirxînin?

Dewleta Tirk 43 roj in êrîşên terorî li ser Efrînê dike. Ev êrîş li pêş çavê hemû cîhanê pêk tê. Li hemberî van êrîşan berxwedaneke mezin heye. Hemû cîhan vê berxwedanê dibîne. Bi van êrîşên li ser Efrînê re dixwazin Efrînê dagir bikin û gelê Efrînê qetil bikin.  Piştî ku Efrîn hate valakirin, ew ê hemû çeteyan li vê derê bi cih bikin. Ango dixwazin DAÎŞ’eke nû ava bikin. Dixwazin DAÎŞ’ê vejînin.

Bi êrîşên li ser Efrînê re em dibînin ku wê çareserî û îstîkrar neyê Sûriyeyê. Ji ber ku hêzeke derveyî êrîşî Sûriyeyê dike. Çawa ku berê Cerablûs û Bab hate dagirkirin, niha jî dixwazin sînorên dagirkeriyê berfireh bikin. Heke dewletek mudaxeleyî Sûriyeyê bike, ew ê zehmet be ku çareserî û îstîkrar pêk were. Hêzên navneteweyî jî bi vî tiştî dizanin.

*Gelo dewleta Tirk dixwaze krîza li Sûriyeyê bidomîne?

Li vê derê ligel peyman û hiqûqa navneteweyî teroreke dewletê tê jiyîn. Bi balefir, tank û topan bi çeteyên El Nusra, El Kaîde û DAÎŞ’ê êrîşî Efrînê tê kirin. Tişta ku DAÎŞ’ê dikir, Erdogan îro li Efrînê dike. Her roj bi balefirên şer sîvîl tên bombekirin. Heke ev ne teror be, kîjan teror e? Ji ber êrîşan hin gundên li ser sînor hatin valakirin. Tirkiye dixwaze çeteyan li vê derê bi cih bike. Dixwazin Kurdan û gelên din ji vê derê derxînin û çeteyên xwe li vê derê bi cih bikin. Ev jenosîd û qirkirin e. Divê Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpayê û hemû hêzên din li hemberî Tirkiyeyê helwesteke siyasî werbigirin. Heke vî tiştî nekin nexwe tê wateya ku ew jî piştgiriyê didin Tirkiyeyê. Berê qala yekîtiya axa Sûriyeyê dikirin a niha jî li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê hemû bêdeng in.

*Gelo li pişt vê dagirkeriyê peyman û hesabên çawa heye?

Hemû mudaxeleyên Tirkiyeyê bi rêya lihevkirinan pêk hat. Dagirkeriya li ser Bab û Cerablûsê jî wisa pêk hat. Beramberî Helebê Cerablûs dan Tirkiyeyê. Dagirkeriya Tirkiyeyê ya niha di çarçoveya peymana Astanayê de ye. Dewleta Tirk vê peymanê bi kar tîne. Lê divê were zanîn peymanên ku Tirkiye di nav de bin, wê îstîkrar neyê Sûriyeyê. Em dikarin yekser bibêjin ku êrîşên li ser Efrînê encama peymanên bi Rûsyayê re ye. Biryara siyasî ya qetlîamê Rûsyayê da, aliyê wê yê terorî jî Erdogan pêk tîne. Ji ber vê jî Rûsya ji van êrîşan berpirsyar e. Li vê derê tiştekî veşartî tune. Jixwe rayedarên Tirkiyeyê her roj dibêjin ku wan bi Rûsyayê re li hev kirine.

Heke Rûsya dixwaze li Sûriyeyê çareseriyek pêk were çima destûrê dide dagirkeriya Tirkiyeyê? Ev hemû tişt lihevkirin e. Rûsya ji bo ku di demên pêş de li Sûriyeyê çalak be, pêşiya Tirkiyeyê vedike. Lê a niha tê dîtin ku çavê xwe ji mirinên li Sûriyeyê re digirin. Dixwazin krîz û kaosê bidomînin. Tekane rêya li hemberî vê dagirkeriyê jî berxwedan e. Tişta diyarker berxwedan e.

*Li hemberî vê pesendkirina Rûsyayê gelo divê mirov helwesta rejîma Sûriyeyê çawa binirxîne?

Parastina sînoran peywira hikumetên navendî ye. Parastina qada hewayî peywirên hikumetan e. Lê îro balefirên şer ên Tirkiyeyê tê Sûriyeyê bomberdûman dike. Divê rejîma Sûriyeyê pêşiya vî tiştî bigirta. Divê rejîmê leşkerên xwe bişanda ser sînor û sînor biparasta. Lê tê dîtin ku hêza rejîma Sûriyeyê tune. Li ser wan jî mudaxele û zext hene.

Ligel ku hikumeta Sûriyeyê nikare biryareke wisa bistîne, Efrîn 40 roj in li ber xwe dide. Berxwedana Efrînê ne bi tenê ji bo Efrînê ye, ji bo hemû gelên Sûriyeyê ye. Ji ber ku Erdogan ji bo hemû Sûriyeyê tehdîdeke mezin e. Heke Cerablûs nestendina wê îro êrîşî Efrînê nekirina.

*Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî çend roj berê ji hemû axa Sûriyeyê biryara agirbesta ji bo mehekê da. Lê Tirkiyê vê biryarê nas dike. Divê mirov vê rewşê çawa binirxîne?

Biryara Neteweyên Yekbûyî girîng e. Me diyar kiribû ku ji bo agirbestê çi dikeve ser milê me, em ê pêk bînin. Em amade ne ku, her cure piştgiriyê bidin heyetên çavdêr. Lê heyetên çavdêr dixwazin ji dûr ve çavdêriyê bikin. Em jî dibêjin werin bibînin ku bê balefirên şer ên Tirkiyeyê çawa warên sîvîlan bomberdûman dike.

*Dewleta Tirk diyar dike ku ev agirbest wan eledar nake..

Nasnekirina vê biryarê tê wateya ku tu bandora NY tune. Ji bo ku ev biryar têkeve meriyetê divê zext li Tirkiyeyê were kirin. Divê ji bo vê biryarê mudaxeleyî biryara Tirkiyeyê were kirin.

*Gelê Efrînê li hemberî hemû êrîşan li ber xwe dide û dev ji axa xwe berneda. Ev tê çi wateyê?

Her kes dibîne ku li eniyan berxwedaneke mezin heye. Lê berxwedana gelê Efrînê bi rastî jî gelekî mezin e. Berxwedana gelê Efrînê, berxwedaneke dîrokî ye. Berxwedana Efrînê bêdengiya heyî jî şikand. Gelek kesan digotin ku qey wê Erdogan di çend rojan de têkeve Efrînê. Hin hesabên siyasî yên hin aliyan hebû. Lê berxwedana Efrînê gelek hesab xera kir û bêdengî şikand.

Berxwedana Efrînê berxwedaneke Kurdistanî û Sûriyeyî ye. Ji ber ku hemû gel û pêşeroja Sûriyeyê diparêze. Lê tişta girîng ev e ku Efrîn bû meseleyeke navneteweyî. Pêre jî êdî Efrîn bûye meseleyeke navneteweyî. Ev tişt bi berxwedanê pêk hat. Her kes ji bo Efrînê li ser pêyan e. Ev encama berxwedanê ye. Em bawer dikin ku ew ê piştgiriya ji bo Efrînê zêdetir bibe û wê ev berxwedan pêşiya gelek destkeftiyên mezin veke.