Artêşa Tirk li Şerayê qetlîamek din pêk anî: 5 sivîl hatin qetilkirin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê warên welatiyên sivîl bi berdewamî dikin hedef. Li Şerayê 5 sivîl şehîd bûn.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê warên welatiyên sivîl bi berdewamî dikin hedef. Li Şerayê 5 sivîl şehîd bûn.
Artêşa Tirk a dagirker gundê Meşalê ya girêdayî navçeya Şera ya Efrînê bombe kirin.
Li gorî agahiyên destpêkê hate girtin, di encama bomberdûmanê de 5 welatiyên sivîl şehîd bûne.
Hat ragihandin ku sivîlên birîndar jî hene.
Tevgera hewayî ya li herêmê hê jî dom dike.