Dîmenên destpêkê ya nuqteya Hêzên Gelêrî hate weşandin

Hate ragihandin ku di êrîşa hewayî ya li dijî Hêzên Gelêrî yên artêşa Suriyeyê gelek şervan jiyana xwe ji dest dane. Şervanên birîndar ji aliyê Heyva Sor ve rakirin nexweşxaneyê.

Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker vê sibê nuqteya şervanên Hêzên Gelêrî yên artêşa Sûriyeyê yê li gundê Kefer Cene ya navçeya Şerayê bombebaran kiribû.

Hate ragihandin ku di encama bombebaranê de gelek şervanên Hêzên Gelêrî jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.

Tîmên Heyva Sor a Kurdistanê ji bo birîndaran çû herêma ku hatiye bomberdûmankirin.

Birîndar ji aliyê xebatkarên Heyva Sor ve bi ambulansan sewqî nexweşxaneyan hate kirin.

Têkildarî hejmara şervanên jiyana xwe ji dest dayîn, ti agahî nehate bidestxistin.