Cenazeyê 3 şehîdên azadiyê li Tebqayê hatin veşartin
Cenazeyê du şervanên QSD’ê yên di Pêngava Bagera Cizîrê û endamê Hêzên Ewlehiya Hindir ên şehîd bibûn li Goristana Şehîdan a Tebqayê hate veşartin.
Cenazeyê du şervanên QSD’ê yên di Pêngava Bagera Cizîrê û endamê Hêzên Ewlehiya Hindir ên şehîd bibûn li Goristana Şehîdan a Tebqayê hate veşartin.
Bi sedan gelê Tebqayê li pêşiya nexweşxaneya Wetenî ya Tebqayê kom bûn û cenazeyên şervanên QSD′ê Mahir Ebdilhelîm El-Weys (Mahir), Ehmed Esed El-Kerîm (Ehmed El-Şawî) ên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de û Endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Reqayê Ehmed El-Hesen (Ehmed Tebqa)ê ku li gundê Siwêdiyê yê rojavayê Tebqayê di encama teqîna mayîneke DAIŞꞌê de şehîd bibûn, wergirtin.
Piştî ku darbesta şehîdan hate girtin girseya gel li gel endamên Rêveberiya Sivîl a Tebqa û endamên Hêzên Ewlehiya Hindir û Fermandarên QSD’ê ber bi goristanê ve ketin rê.
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir.
Di merasîmê de Fermandarê QSDꞌê Omîd Gabar, Hevseroka Komîteya Têkiliyên Giştî ya Rêveberiya Sivîl a Tebqayê Asya El Xerbî, Rêvebera Komîteya Karûbar û Malbatên Şehîdan Meryem El Şerîf axivîn.
Di axaftina de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û hate gotin ku wê heta dawî li dijî terorê xaka xwe biparêzin.
Di dawiya merasîmê de nasnameyên şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.
Cenazeyên şehîdan bi dirûşma ‘Şehîd Namire’ hatin veşartin.