Cenazeyê şehîdên Bagera Cizîrê spartin axê
Bi tevlîbûna welatiyên navçeya Şedadê cenazeyê 2 şervanên YPG’ê û şervaneke Hêzên Asayişê ku di Pêngava Bagera Cizrîê de şehîd bibûn li Goristana Şehîdan bi merasîmekê spartin axê.
Bi tevlîbûna welatiyên navçeya Şedadê cenazeyê 2 şervanên YPG’ê û şervaneke Hêzên Asayişê ku di Pêngava Bagera Cizrîê de şehîd bibûn li Goristana Şehîdan bi merasîmekê spartin axê.
welatiyan cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê Ehmed Mihemed, şervanên YPG`ê Hewaş El-Ezba (Qasim Mergeda) û Salim El-Hisên (Şemdîn) ji Navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergiritin û ber bi Goristana şehîdan a navçeya Şedadê bi rê ketin.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên YPG`ê û Hêzên Asayîşê destpê kir. Paşê bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Telal Cemîl axivî û sersaxî ji malbata hersê şehîdan re xwest û got ku şehîd ji bo azadî û parastin gelê xwe canê xwe feda kirin.
Piştre jî yek ji fermandarên YPG`ê Mejid Şedadê axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: “Bi saya şehîdan hemû herêmên me ji çeteyan DAIŞ`ê hatin rizgarkirin.”
Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîdan hate xwendin û radestî malbatên şehîdan hate kirin.
Di dawiyê merasîmê de cenazeyên her sê şehîdan di nava dirûşme û tilîliyên dayikan de spartin axê.