Jinên Efrînî li dijî dagirkeran çekê radikin
Li Efînê li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wan ku sivîlan dikine hedef jin serî li HPC-Jinê didin, perwerdehiya çekê distînin û çê radikin.
Li Efînê li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wan ku sivîlan dikine hedef jin serî li HPC-Jinê didin, perwerdehiya çekê distînin û çê radikin.
Li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê El Qaîde, DAÎŞ û Nûsra berxwedana gelê Efrînê ya giştî kete roja 43’ya. Li dijî dagirkeriyê li eniya pêş jin li ber xwe didin. Ji roja ku hişmendiya xweparastinê çêbûye û ji destpêka Şoreşa Rojava ve jinên ku bi navê HPC-Jinê rêxistiniya xwe kirin li hemû qadên berxwedanê cihê xwe digirin. Li her devera Efrînê, navçe û gundê wê mirov dikare hêzên xweparastinê bibîne. Carinan li mewziyan, li nav bajêr mirov dikare jinên bit emên 18-70’yî bibîne ku êlekê HPC-Jinê li wan e û çeka wan bi wan re ye. Jinên ku bi HPC-Jinê rêxistiniya xwe kirin dibêjin ji roja ku berxwedaniya li Efrînê dest pê kirî, hemû jinên Efrînê doza çekê dikin û endamên wan bûne bi hezaran.
‘ERDOGAN WÊ EFRÎNÊ DI XEWNA XWE DE JÎ NEBÎNE’
Endamên HPC-Jinê ku li Şêra ya Efrînê di mewziyan de nobetê digirin û ewlehiya bajêr dikin ji ANF’ê re axivîn. Endama HPC-Jinê, dayika 4 zarokan Fatma Mistefa got li dijî êrîşên dagirker jin ji bo ku parastina xwe bikin perwerdehiya çekê standine û got: ‘’Ji bo ku em xwe, zarok û malên xwe biparêzin me hewceyî bi vê dît. Me jinên 40-80 salî perwerde kirin. Êrîş pir hovane ne. Lê li dijî van êrîşan em jî ji bo ku em xwe biparêzin me çek rakir. Li Helebê û Til Rifatê em tim li eniyan bûn. Bi şev û roj em parastina xwe dikin û li ber xwe didin.’’
‘DIVÊ DINYA LI DIJÎ BARBARIYÊ BÊDENG NEMÎNE’
Mistefa bi berdewamî got di şer de herî pir jin û zarok ziyanê dibînin û wiha bi nav de çû: ‘’Li Kobanê û Helebê û Şengalê herî pir dayikan êş kişand. Ji bo vê jî jin bixwe dixwazin ku perwerdehiya çekê bibînin. Tirk bi hovîtî êrîşê tînin ser heywan, zarok û yixtiyaran. Bi rokêt û çekên giran êrîşê tînin. Em jî bi çekên xwe yên şexsî parastina xwe dikin. Ji bilî vê çekên me yên giran nîn in. Em ê berxwedaniya xwe bidomînin. Serkeftin û serfirazî wê ya me be. Erdogan wê Efrînê û darê Efrînê di xewna xwe jî nebîne. Doza çi li me dike? Me ti caran êrîş bi ser wan de nebir. Balefir, tang û topên wan hene. Li cem me ev tine ne. Li gundan baregehên leşkerî nîn in. Li van gundan tenê sivîl hene. Heta niha dewleta Tirk ti dewletê dengê xwe dernexist. Ev şerma wan e.’’
68 SALÎ YE, DIXWAZE BIÇE ENIYÊ
Mewlûda Osman ku kurekî wî di şerê dijî DAÎŞ’ê de şehîd bûyî li qadên xweparastinê ye. Osman li gel ku 68 salî ye, hînî bikaranîna çekê bûye û dixwaze biçe eniyê. Osman got: ‘’Em sînorên xwe diparêzin. Mil dane DAÎŞ’ê û bi ser me de tên. Hemû dinya li bara van êrîşan xwe kerr û kor dike. Em li gund û welatê xwe ne. Zarokên me sînoren me diparêzin. Sînoran dibezînin û bi DAÎŞ’ê re bi ser me de tên. Li dijî vê me jinan çek rakiriye û em xaka xwe diparêzin.’’
Serwa Ezîmê ku li dijî êrîşên dagiker çek rakiriye dibêje ew ê xak û gundên xwe biparêzin û wiha bi nav de diçe: ‘’Erdogan çi ji me dixwaze? Heta ku yek ji me jî bimîne em van deran naterikînin. Çi ji zarok û xaka me dixwaze? Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li ber xwe bidin.’’