Artêşa Tirk li Cindirêsê dîsa li sivîlan xist: 8 sivîl şehîd, 12 sivîl birîndar bûn
Artêşa Tirk a dagirker ku li Cindirêsê li sivîlan da, 8 kesên di êrîşê de şehîd û 12 kesên birîndar bûn rakirin navçeya Reyhanli ya Hatayê.
Artêşa Tirk a dagirker ku li Cindirêsê li sivîlan da, 8 kesên di êrîşê de şehîd û 12 kesên birîndar bûn rakirin navçeya Reyhanli ya Hatayê.
Artêşa Tirk û çeteyê wê li navçeya Cindirês a Efrînê wesayîta ku sivîl li nav dan ber topan. Di êrîşê de 8 sivîl şehîd, 12 sivîl jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hatin girtin, artêşa Tirk ji bo ku hedefkirina sivîl û qetlîamên li ser wan binixumîne, cenazeyên welatiyên şehîd û birîndar birine navçeya Reyhanli ya Hatayê.
Artêşa Tirk a dagirker beriya demekê gundên Ramadiyê û Hemîlekê yên Cindirêsê bi helîkopteran bomberdûman dikir.
Nasnameya hinek ji welatiyên hatin qetilkirin ku zelal bûne wiha ne: ″Edhem Elî Îsa, Têfa Îsa, Îsa Îsa tevî jin û zarokên xwe″.
Hat zanîn ku Ev malbat ji gundê Firêrê yê herêma Cindirêsê ye û bi navê malbata Nasîf tê nasîn.
Rewşa birîndaran jî hê nehatiye zelalkirin.