Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têkildarî êrîşê daxuyanî da û wiha got; "Artêşa Tirk a dagirker û çteyên wê li dijî berxwedana hêzên YPG û YPJ'ê derbên giran dixwe. Hêzên YPG û YPJ'ê herî dawî duh li gundê Bilîlka yê navçeya Racoyê bi dehan endamên hêzên taybet yên artêşa Tirk kuştin û birîndar kirin. Şervanên me dîsa di êrîşa li ser gund de helîkopteraek xistibûn.
Artêşa Tirk a dagirker piştî vê derbeya xwarî bi dijwarî navçeyên Şera û şiye, herêma Raco û Cindirêsê bombebaran kir. Artêşa Tirk a dagirker di van êrîşan de nûqteyên yekîneyên Qiwat Şebî yên girêdayî artêşa Sûriyeyê yên li gundê Kefer Sefrê yê Cindirêsê û gundê Çema yê Şerayê kir hedef. Di encama bombeberanê de 10 endamên Qiwat Şebî şehîd bûn û 6 endam jî birîndar bûn.
Em weke şervanên YPG'ê yên li Efrînê ji fermandariya Qiwat Şebî û ji hemû malbatên şehîdan re sersaxî dixwazin û ji bo birîndaran şifaya xêrê dixwazin.
Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk em soza domandina têkoşîn û berxwedanê didin gelê xwe."