Dayika Arnavût a ji Şehbayê di berxwedana Efrînê de ye

Sabîha Şaban ku ji ber êrîşên çeteyên Tirk ji Şehbayê reviya û xwe li Efrînê girt, kalikê wê li dijî Osmaniyan şer kiribû, ew û neviyên wê jî li dijî TC’ê li ber xwe didin.

Sabîha Şeban Arnavûtek ji Şehbayê ye. Bi çîrokên bûne efsane yên kalikê xwe ku li dijî Osmaniya şer dikir mezin bûyî, yek ji welatparêzê pêşî yê Şehbayê bi Hasan Xidro re dizewice. 4 kurên wê yên ku ji vê zewacê çêbûne 2013’an, hê destpêka damezirînê tevlî Cebhet El Ekrad dibin. Şaban ku 2013’an ji êrîşên çeteyên Tirkan rizgar bûn ev 5 sal in bi malbata xwe li Efrînê dijî. Sabîha Şaban ku kurekî wê çeteyên Tirkan dîl girt û radestî DAÎŞ’ê kirin niha li Efrînê li gel zarokên xwe li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê li ber xwe didin.

Cebhat El Ekrad ku bi pêşengiya Kurdan Çile ya 2013’an li Ezazê, Tilşehîrê yekîneya xwe ava kirî, bi tevlêbûna gelên dî zû geş bû. Dewleta Tirk çavê wê lê bar nebû ku Cebpet El Ekrad li Ezaz, Bab, Raî, Minbic, Heleb û Reqayê zû geş bibe û di Konseya Leşkerî ya Helebê de cih bigire. Li dijî Cephet El Ekrad bi navê ‘Maseya Operasyonê ya Bakur’ odeya operasyonê ava kir. 21 çete, ku di nêv de DAÎŞ û El Nûsra jî hebûn, ku niha piraniya wan di hewldana dagirkirina Efrînê de ne, bûne yek û li dijî Cephet El Ekrad û Kurdan danezaneke hevpar weşandin.

Ji bo êrîşan herêmên ku pêşî hatin hilbijartin gundên Til Hasil û Til Aran bûn ku di nav gundên Ereban de diman. 27’ê Tîrmehê êrîşan dest pê kir, çeteyan ji mizgeftan bang kirin û gotin êrîşên li ser Kurdan û jinên wan li wan helal in. 1’ê Tebaxê li Til Eran û Til Hasilê piranî jê zarok û jin 70 kes bi hovîtî hatin kuştin û bi sedan kes hatin revandin. Ev êrîş bi vê sînordar neman. Ev êrîş çûne heta bi Ezaz, Bab, Raî, Şehba, Reqa û Minbicê, çi devera ku Cephet El Ekrad lê rêxistinî bûn. Fermandariya Cephet El Ekrad ji bo ku gel li Til Eran û Til Hasil zêde ziyanê nebîne got ew ê vekişe. Pêşî vekişiya Helebê û piştre jî Efrînê.

ZAROKÊN WÊ TEVLÎ EL EKDAR BÛBÛN

Di vê pêvajoyê de 4 kurê Şaban tevlî El Ekrad bûn û bûne hedefa çeteyan. 7’ê Tebaxê dema ku êrîşan dest pê kir, di serî de malbatên El Ekrad, Kurdên li Şehbayê bûne hedef. Şaban got çawa bi zarokên xwe, bi ferqa saetean xilas  bûne: ‘’Hatin gund, lê ne weke mirovan, weke hovan. Ev ketin mizgeftê. Li wir gotin ‘em ê Kurdan bigirin, mêrên wan serjê bikin û êşkencê li malbatên wan bikin’. Me jî bi zorê ji wir baz da. Me mal û milk û erdên xwe hiştin û em reviyan. Xwediya wesayitan em ji wir nedibirin. Piştre ji hinan re gotin, ‘em diçine dawetê’ û bi wesayitekê em derketin. Em bi girî derketin. Me erdên xwe yên ji kalan mayî,malk û milkê xwe berda û em çûn. Van kafiran, zaliman hemû di saetekê de birin. Bi kêfeke nedîtî ev kirin…’’

EV 5 SAL IN JI KURÊ XWE TU AGAHÎ NESTANDIYE

Kurê Şaban ku bi malbata xwe ji Şehbayê diçe Şêx Meqsûd û piştî bi heftiyekê diçe Efrînê jî dibe qurbanê çetyan. Kurê wê Ahmet Xidro, ku şervanekî El Ekrad e, piştî ji Efrînê derbas dibe bi 2 mehan bi çar hevalên xwe dikevin kemînê. Çeteyên Ahrar û Şam kurê Şaban û 4 hevalên wî, di ber pereyan de difiroşin El Nûsra û Nûsra jî radestî DAÎŞ’ê dikin. Sabîha Şaban êdî nema ji kurê xwe agahiyê distîne û hêviya wê ya kurê xwe bibîne namîne.

3 KURÊ WÊ JÎ LI ENIYÊ NE

Sabîha Şaban û hinek ji zaroyê wê îro li Efrînê li dijî êrîşên dewleta Tirk û 46 çeteyên wê li ber xwe dini, 3 kurên wê jî şervanên El Ekrad in û li ber xwe didin.Şaban dibêje dewleta Tirk û çeteyên wê tişta ku li Şehbayê kirin niha dixwazin li Efrînê bikin û got: ‘’Em ji bo xaka xwe şer dikin. Ew ji bo çi şer dike? Hatiye da ku dest li ser xaka me deyne. Heke hewce kir bi zar û zêçan ve em ê çekê rakin. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê şer bikin.’’

EM Ê WEKE KALIKÊ XWE BI SER BIKEVIN

Şaban dibêje Erdogan dilê xwe dibijîne Osmaniyan û çîroka kalikê xwe, ya şerê dijî Osmaniyan dibêje: ‘’Osmaniyan jî çav berda bûn erdên me û êrîş anîbûn. Kalê min yekî mêrxas bûye û şervan bûye. 11 salan li dijî Osmaniyan şer kir, Osmaniyan pê nikarîbûye. Osmaniyan heta bi gundî wî li dijî wî şer kirin û dawiyê kalikê min bi ser ket û ew bi paş ve zivîrandin.

Kalikê min ew têk birin û li ser xaka xwe rûnişt. Şervan bû û bi ser ket. Mirovekî baş bû. Şikir, em şervan in û di rêça wî de ne. Wî xaka xwe nedaya kesî em jî nadin. Bi destûra xwedê em ê jî bi şervanî li dijî Erogan xaka xwe biparêzin.’’