Ji bo piştgirîdayîna Berxwedana Serdemê ya li Efînê 15 partiyên siyasî yên ji herêma Cizîr û Bakurê Sûriyeyê serdana Efrînê kirin. Partiyên siyasî îro li ber Navenda Meclîsa Rêveber ya Efrînê daxuyaniyek hevbeş dan çapemeniyê.
Daxuyaniya ku ji aliyê Berdevkê PYD’ê Ciwan Misteda ve hatî xwendin wiha ye;
“Berxwedana Serdemê ya li Efrînê ku kete roja xwe 42`an, her roj israra berxwedanê li dijî artêşa Tirk a dagirker ya Osmanî û çeteyên wê zêde dibe. Armanca vê êrîşê ew e ku planên parçekirinê, şofînistî, qutkirina herêman û tevlîbûna wê ya dewleteke din û guhertina demograhiya herêmê û paşê tevlîkirina wê nava Tirkiyê, pêk bînin. Ev şerê dewleta Tirk ji roja destpêkê ya aloziya Sûriyê li dijî projeya demokratîk a ku xebat û hevkariya hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê bi pêş dikeve, hate destpêkirin.
Gelê me yê Bakurê Sûriyê ji ber destekdayîna dewleta Tirk ji hêzên terorîst ên wekî Cebhet El-Nusra, DAIŞ û hwd, gelek êş dît. Hemû planên dewleta Tirk a bi destekdayîna terorê û çandina fikrê teror û fitneyê di navbera pêkhateyên gelê me de, li hemberî berxwedana dîrokî û têkoşîna demokratîk ku li Bakurê Sûriyê bi rêya tecrûbeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê ku xwe dispêrin felsefeya Neteweya Demokratîk pêş dikeve, têk çûn.
‘ÇEKÊN KIMYEWÎ LI DIJÎ GUNDÊN EFRîNÊ BI KAR ANÎ’
Tiştê ku îro dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê dikin, xelekeke herî berfireh û destwerdaneke yekser li dijî tecrûbeya me ya demokratîk e. Her wiha tiştên ku dewleta Tirk û çeteyên wê DAIŞ û Cebhet El-Nusra îro Ii dijî gelê me li Efrînê dike sûcên dijî mirovhiyê ne û li dijî mafê mirovan in. Efrîn cihê herî bi ewle yên bi sed hezaran koçberên ên ji parêzgehên Sûriyê ne. Sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê ne tenê li dijî sivîlan bûn, di heman demê de binesaziya Efrînê xirab kir û Bendava Meydank, cihên dîrokî yên mîna Eyn Darê kirin armanca êrîşên xwe. Di heman demê de, bûyereke din a xeter ew ku dewleta Tirk a ku yek ji endamên NY ye, artêşa wê gaza kilorê li dijî gundê Erendê yê girêdayî navçeya Şiyê bi kar anî.
Em wekî partiyên ku di vê daxuyaniyê de cih digrin, di demeke ku em siyaseta kuştin û wêrankirinê ya ku artêşa Tirk bi kar tîne şermezar, dikin, di heman wextê de em piştgiriya xwe bi berxwedana gelê Efrînê û koç û xortên wê yên YPG/YPJ û QSD`ê radighînin. Tevî ku Rêveberiya Xweser a Efrînê ji dewleta Sûriyê xwest ku bi erka xwe ya parastina serweriya Sûriyê rabibe û tevî biryara agirbesta navneteweyî ya 2401, lê dewleta Tirk heta niha biryarên civaka naveteweyî bin pê dike.
Berxwedana Efrînê beriya her tiştî berxwedaneke rewa û civakî ye ku planên dijminan ên ne rewa û ne qanûnî vala derdixe. Ev êrîş û dijminahî armanc dike ku şerê Sûriyê dewam bike û aloziya Sûriyê bi rêya siyasî neyê çareserkirin.
‘AGIRBESTA LI TEVAYÎ SURIYEYÊ BINPÊ KIR’
Dewleta Tirk a îro wekî beriya 8 salên ji aloziya Sûriyê ku wekî aliyekî ji bo xerabkirina çareseriya demokratîk tê naskirin. Ispateke din dewleta Tirk yekemîn aliyê ku biryara Konseya Ewlekariyê 2401 a îlankirina agirbestê li tevahiya Sûriyê binpê kir. Lê herêmên di bin kontrola DAIŞ û El-Nusra de dewleta Tirk ev biryar bi cih anî. Ji ber vê yekê jî em dengê xwe û dengê hêzên demokratîk û welatparêz ên li Sûriyê, Rojhilata Navîn û cîhanî bilind dikin da ku NY û Konseya Ewlekarî ya Navneteweyî derbarê bûyerên ku li Efrîna berxwedêr çêdibe, bi erka xwe rabin."
NAVÊ PARTIYAN
Navên paritiyên ku daxuyaniya hevpar dane wiha ne:
-Partiya Lîberal a Kurdistanî
-Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD
-Heyet Tensîq a Wetenî-Tevgera Guhartinên Demokratîk
-Pariya Muhefizkarên Demokratîk
-Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê
-Partiya Aştî ya Demokratîk a Kurdistanî
-Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê (Yekîtî)
-Partiya Nûbûn a Kurdistanî
-Partiya Kesk a Kurdistanî
-Partiya Guhartinên Demokratîk a Kurdistanî
-Partiya Kedkarên Kurdistanê
-Partiya Yekîtiya Suryanî
-Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanî
-Partiya Biratî ya Kurdistanî
-Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê
-Desteya Niştimanî ya Erebî.