ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Kobanê Newroz li Miştenûr hate pîrozkirin
Bi deh hezaran kes tevlî pîrozbahiya Newrozê ya li Kobanê bûn. Di axaftinan de bal hate kişandina ser serketinên dîrokî yên di Newrozê de tên bidestxistin. -
Gelê Qamişlo Newroz pîroz kir
Li Qamişlo bi sirûda ‘Bi ruhê Newrozê tecrîdê bişkînin, Efrînê azad bikin’ Newroz hate pîrozkirin. -
Zarokekî din ê ji Şengalê ji destê DAÎŞ’ê hate rizgarkirin
Zarokê bi navê Aydîn ê ji gundê Herdanê yê Şengalê ye, piştî ku 5 salan di destê DAÎŞ’ê de dîl hatibû girtin, bi operasyonên QSD’ê re ew û çar jin û zarokek hatine rizgarkirin. Aydîn diyar dike ku dayîka wî, xwişka wî ya biçûk hatine qetilkirin û ew û bir -
Li Reqayê piştî 8 salan agirê Newrozê hate vêxistin
Şêniyên Reqayê ku herî dawî sala 2011'an dema destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê Newroz pîroz kirin, piştî 8 salan ji nû ve agirê Newrozê vêxistin. -
Efrîniyên li Şehbayê Newroz pîroz kirin
Gelê Efrînê ji ber dagirkeriya dewleta Tirk a bi ser Efrînê koçî Şehbayê kiribûn, li Şehbayê Newroz pîroz kirin. -
Ji Kobanê heta Cizîrê agirê Newrozê geş bû
Li keleha têkoşîna dijî DAÎŞ'ê Kobanê, li herêma Cizîrê, li gelek cihan agirê Newrozê hate vêxistin. -
19 partiyan bersiv da rejîmê: Rêz ji vîna gelan re bigirin
19 partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatên Sûriyeyê, ji bo rêveberên rejîma Sûriye ya bi daxuyaniyan gefan li gelan dixwin banga ‘Dev ji hişmendî û aqilê yekîtiya Sûriyeyê parçe dike berdin, rêz ji vîna demokratîk a gelan re bigirin.” -
Li Şehbayê agirê Newrozê hate dadan
Welatiyên Efrînê yên ji ber dagirkeriya dewleta Tirk a berî salekê koçî herêma Şehbayê kiribûn û li nava kampan hatibûn bicihkirin, agirê Newrozê dadan. -
Li eniya Baxozê agirê Newrozê hate pêxistin
Şervanên di Pêngava Bagera Cizîrê ya bi armanca paqijkirina çeteyên DAÎŞ’ê ji Rojava û Bakurê Sûriyeyê de cih digrin agirê Newrozê dadan û govend gerandin. -
‘Newroz ji hêvî, azadî û berxwedaniya bi rûmet re bangawazî ye’
Fermandariya Giştî ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî Newroza pîroz kir. -
QSD'ê gundê Baxoza Biçûk rizgar kir
Şervanên QSD'ê gundê Baxoza Biçûk ji çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kir. Çeteyên DAÎŞ'ê li girê derdora gund hate tengav kirin. -
QSD'ê li Baxozê 7 Êzîdî rizgar kirin
Hêzên Sûriyaya Demokratîk (QSD) Sêşemê 5 jê jin û 2 jê zarok, 7 Êzîdiyên din ji dest çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kirin. -
QSD'ê bîlançoya saetên dawî yên operasyona Baxozê eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê ya têkildarî operasyonên dawî yên li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ya li Baxozê daxuyaniyek nivîskî da, ragihand gelek çete hatine kuştin, gelek nuqte ji destê çeteyan hatin razgarkirin. -
Artêşa Tirk gundên Efrînê topbaran kir
Artêşa Tirk a dagirker gundên navçeya Şera û Şerawa yên Efrînê topbaran kir. -
Çeperên dawî yên DAÎŞ’ê ket!
QSD’ê li bajarokê Baxoz ê Dêra Zorê çeperên dawî yên çeteyên DAÎŞ’ê rûxand û dawî li hebûna çeteyan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anî. -
HRE: Li Mare û Efrînê 9 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiyên li Mare û Efrînê de 9 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin. -
Bi hezaran çeteyên DAÎŞ’ê xwe radestî QSD’ê kirin
Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ya şervanên QSD’ê ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ya li Rojava û Bakurê Sûriyeyê dabû destpêkirin didom. Li gel şerê dijwar ê li Baxozê, bi hezaran çeteyên DAÎŞ’ê xwe radestî QSD’ê kirin. -
YPG: Rêhevalê me yê enternasyonalîst Lorenzo Orsettî şehîd bû
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir ku şervanê enternasyonalîst Lorenzo Orstettî (Tekoşer Piling) li Baxozê di 18’ê Adara 2019’an de şehîd bû. -
Gelê Efrînê: Bi zarokên me jî ma be, wê Efrîn rizgar bibe
Gelê Efrînê yê ku li herêma Şehbayê bi şertên penaberiyê dijîn, dibêjin heta ku ew Efrînê rizgar nekin ew ê dev jî tekoşîna xwe bernedin. -
Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bersiv da gefên rejîma Şamê
Buroya Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bersiv da gefên rejîma Şamê ku digot, "Wê zorê bi kar bînin." -
Hêzên QSD'ê li Baxozê ketin nava çeperên dawî yên DAÎŞ'ê
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Baxozê ketin nava çeperên dawî yên çeteyên DAÎŞ'ê. -
QSD: Di 24 saetên dawî de 87 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê encamên 24 saetên dawî yên operasyona QSD’ê ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ya li Baxozê de 87 çete hatin kuştin, derbên giran li çeteyan hate xistin. -
Li taxa Mahmûdiye ya Efrînê teqînek pêk hat
Li taxa Mahmûdiye ya Efrînê teqînek bi bandor pêk hat. -
Li Rojava û Bakurê Sûriyeyê dagirkirina Efrînê hate protestokirin
Li gelek navendên Rojava û Bakurê Sûriyeyê salvegera dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk ve hate protestokirin. -
Pêşveçûna şervanên QSD’ê ya li Baxozê dewam dike
Pêşevçûna şervanên QSD’ê ya li Baxozê didome, şerê di navbera wan û çeteyên DAÎŞ’ê de bi hemû dijwariya xwe dewam dike.