Bi hezaran çeteyên DAÎŞ’ê xwe radestî QSD’ê kirin

Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ya şervanên QSD’ê ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ya li Rojava û Bakurê Sûriyeyê dabû destpêkirin didom. Li gel şerê dijwar ê li Baxozê, bi hezaran çeteyên DAÎŞ’ê xwe radestî QSD’ê kirin.

Di operasyona dawî ya li Baxozê ya Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ de bi hezaran çeteyên DAÎŞ’ê xwe radestî şervanên QSD’ê kirin.

Di saetên nîvroyê de şervanên QSD’ê li Baxozê gelek nuqteyên stratejîk ji destê DAÎŞ’ê rizgarkiribûn.