Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bersiv da gefên rejîma Şamê

Buroya Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bersiv da gefên rejîma Şamê ku digot, "Wê zorê bi kar bînin."

Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Alî Abdullah Eyub roja Duşemê daxuyaniyek dabû û gef li Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwaribû. Eyub gotibû, "çi bi lihevkirinê çi jî bi zorê" wê temamiya herêmê kontrol bikin.

Buroyê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Di salvegera yekemîn a dagirkirina Efrînê de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, wezîrê parastinê yê Sûriyê roja duşemê der barê QSD`ê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniya wê de diyar dibe ku çi qas ew sazî ji berjewendiyên niştîmanî yên Sûriyê dûr e. Her wiha berdewamkirina siyaseta binpêkirinê ku Sûriye gihand vê rewşê, diyar dibe. Bikaranîna zimanê gefan li dijî QSD`ê ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê rizgar kir û ji hêzên terorîst parast, xizmeta hêzên ku dixwazin Sûriyê parçe bikin, dike.” 

Buroyê teqez kir ku Rêveberiya Xweser hewl da alîkariya xebatên ji bo diyalogan bi Şamê re bike û heta niha jî bi diyalogên ku hemû dozan çareser bike re ye û wiha anî ziman: "Helwesta ku roja duşemê derket, teqez dike ku hikumeta Sûriyê ji bo siyaseta binpêkirin, tundî û reva ji çareseriyên aştiyane û demokratîk, bi israr e."

Buroya Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku daxuyaniyên wezîrê parastinê yê Sûriyê teqez dike ku rejîm her bi israr e ku xwe di aliyê leşkerî û ewlehî de îsbat bike, berovajî ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo ewlehî û aramiya herêmê dixwaze.

Di dawiyê de Buroya Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekez kir ku bila hemû alî zanibin ku ew pêşniyara çareseriya siyasî dixwazin û heta dawiyê dê parastina maf û destkeftiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine bidestxistin, bikin."