‘Newroz ji hêvî, azadî û berxwedaniya bi rûmet re bangawazî ye’

Fermandariya Giştî ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî Newroza pîroz kir.

Femandariya Giştî ya YPG’ê got: Newroz, îro mizgîniya ji nû ve ji xweliyên xwe dayikbûna gelekî hezkiriyê jiyanê û tevahî gelên Mezopotamya dide me. Newroz ji hêvî, azadî û berxwedaniya bi rûmet re bangawazî ye. Agirê Newrozê di kêliyên herî reş, herî zehmet de meşaleya hêvî, bawerî û berxwedanê ya ku derketinê nîşan dide ye.

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPG’ê wiha ye:

“Gelê me yê hêja û dayikên şehîdan, jin û xort tevahî şervanên azadiyê; Bi germahiya agirê Newrozê ve em we hemûyan ji dil silav dikin, cejna azadî û vejînê Newrozê bi coşa ku di van rojan de amadekariya tacîdarkirina serkeftinên mezin ve pîroz dikin.

‘NEWROZ MIZGÎNIYA JI NÛ VE JI XWELIYA XWE DAYIKBÛNE’

Dîrok, dewleta Tirk a faşîst ku êrîşî Efrînê kir û hovên DAÎŞ’ê ya ku tîmsalê Kawayê Hesinkar rûxandin na, lê wê Mazlûmên ku bi ruhê Kawayê Hesinkar yê nûjen ve dijîn bi rûmet bike.

Gelê Kurdistanê ku bi gelek êş, mirin û bi derbasbûna ji qonaxên berxwedaniyên mezin ve ji nû ve jiyana xwe bi dest xistine, dîrok îro bi awayekî tund şahidiyê dike. Newroz, îro mizgîniya ji nû ve ji xweliyên xwe dayikbûna gelekî hezkiriyê jiyanê û tevahî gelên Mezopotamya dide me.

‘NEWROZA SEDSALE GEŞ DIBE, ŞAHIDIYA HEQÎQETÊ DIKE’

Ji dîrokê heta roja me ya îro melîkên zalim, siltan û desthilatdar dema ji ser dika dîrokê winda dibin; berxwedaniya gelên ku ji ronahiya pêşerojê ve dimeşîn bi serkeftinê tacîdar dike. Agirê Newrozê ku bi sedsalan e geş dibe, şahidiya vê heqîqetê ye. Dehaqên zalim yên ku wê îro tarîtiya ku xwediyê wê ne de werin veşartin, gelên me Newrozbûyînê ve heqîqeta ku îro û pêşerojê diberiqin bibin.

Newroz ji hêvî, azadî û berxwedaniya bi rûmet re bangawazî ye. Agirê Newrozê di kêliyên herî reş, herî zehmet de meşaleya hêvî, bawerî û berxwedanê ya ku derketinê nîşan dide ye.

Çawa ku 2631 sal berî bi ruhê Kawayên nûjen ve DEHAQAN binketibe di pêşengtiya tevgera me ya azadiyê de şervanên me yên YPG û YPJ jî rûmeta mirovahiyê parastinê re DAÎŞ bi binkeftinê ve rû bi rû hiştiye û ber bi ragihandina serkeftinê ve gavên bi biryar re meşa xwe didomînin.

Îro şoreşa me ya Rojava bi ruhê fedayî ya hezaran şehîdên me yên şoreşger ve hatiye bidestxistin, bi ruhê Newrozê ku kom dike ve ji tevahî gelên cîhanê re bûye çavkaniya hêviyê. Di Serî de dewleta Tirk a faşîst û tevahî avabûnê çeteyên girêdayî wê li hemberî şervanên azadiyê binketin e. Bi taybet berxwedaniya me ku ji Kobanê heta roja me ya îro Dêre Zorê didome, dawiya rêxistina terorist DAÎŞ’ê aniye û xistiye nava gemara dîrokê de.

‘SOZA AZADIYA EFRÎNÊ DIDIN’

Bi vî wesîleyê re ruhê agirê Newrozê ku çiruskê azadiyê re bûye meşalê ve em Fermandariya YPG Newroza bi sed-hezaran gelê me ku qadan tije dike, Serokatiyê me, rêhevalên me pîroz dikin, serî de bi soza pêk anîna azadiya Efrînê ve em dixwazin bê zanîn ku wê her dem dewleta Tirk a faşîst, DAÎŞ û cûrêyên wan wê bin bikevin.

Îro bi agirê Newrozê û tekoşînekî hîn bi heybet ve, hûn gelê me yê hêja û rêhevalên xwe silav dikin û şehîdên berxwedana Newrozê bi rêz û minnet bibîr tînin.”