QSD: Di 24 saetên dawî de 87 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê encamên 24 saetên dawî yên operasyona QSD’ê ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ya li Baxozê de 87 çete hatin kuştin, derbên giran li çeteyan hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî ya operasyona şervanên ya Pênava Bagera Cizîrê ya QSD’ê ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên li Baxozê asê mane ragihand.

QSD’ê ev agahî parve kir:

"Şervanên me li bajarokê Baxozê li dijî kombûn û bargehên terorîstan çalakî pêk anîn. Di encamê de şerê dijwar rû dan. Di şer de terorîstan çekên giran bikar anîn û beldozeke hêzên me kirin hedef, lê ti zirar negihişt beldozerê.

4 terorîstên xwekujî li nêzî nuqteyên hêzên me xwe teqandin, ji ber vê şervanekî me bi sivikî birîndar bû. Di şer de bi dehan terorîst hatin kuştin. Şervanên me pêş ve çûn û 28 nuqteyên nû ava kirin. Her wiha balafirên Koaslîyona Navdewletî bargehên rêxistina terorîst kirin hedef û depoyeke cebilxane ya terorîstan û hin bargehên wan ên ku ji bo êrîşkirinê bi kar dianîn teqandin.

Hêzên me ji ber pirbûna tunelan û mayînên ku terorîstan çandine bi hestyar pêş de diçin.

Di heman demê de şerê giran di navbera hêzên me û endamên rêxistina terorîst de rû dan. 3 jinên ku bombe li xwe pêçandibûn xwe li nêzî şervanên me teqandin, di encamê de şervanekî me şehîd bû û 3 jî di asta navîn de birîndar bûn, niha li nexweşxaneyan têne dermankirin.

Her wiha şervanên me li nuqteyekî dest danîn ser zarokekî. Ew zarok di encama êrîşa jina xwekuj de birîndar bibû. Şervanên me yekser ew rakirin nexweşxaneyê.

Balafirên Koalîsyona Navdewletî bargeh û kombûnên terorîstan kirin hedef, lê derbarê ziyanan de agahî nehatin zanîn.

Li aliyê sêyemîn ê heman eniyê, şerekî dijwar di navbera şervanên me û endamên rêxistina terorîst de rû da. Şer bi saetan dewam kir, şervanên me pêş ve çûn û 13 nuqteyên nû ava kirin. Di şerê li vir de şervanekî me şehîd bû.

Şer bi awayekî dem dem berdewam e.

Encamên dawî

- Hejmara terorîstên hatin kuştin: 87 terorîst.

-Hejmara terorîstên xwekuj: Di nav de 3 jin 7 terorîst.

- Windahiyên terorîstan: Depoyeke cebilxane hate teqandin.

-Hejmara şehîdên hêzên me : 2 şehîd.

-Hejmara şervanên me yên birîndar : 5 şervan."