Li Reqayê piştî 8 salan agirê Newrozê hate vêxistin

Şêniyên Reqayê ku herî dawî sala 2011'an dema destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê Newroz pîroz kirin, piştî 8 salan ji nû ve agirê Newrozê vêxistin.

Li Reqayê ku 20'ê Cotmeha 2017'an ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hate rizgarkirin, piştî 8 salan Newroz cara yekemîn tê pîrozkirin.

Bi hezaran kes ji Dêra Zorê û Tebqayê berê xwe dan Reqayê û tevlî pîrozbahiyê bûn ku bi dirûşma "Bi ruhê Newrozê em herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê azad bikin" tê lidarxistin.

Pankartên bi nivîsên "Bi ruhê jinên azad em Newrozê pîroz dikin", "Meşaleya Newrozê rêya azadiyê ronî dike" li qada pîrozbahiyê hatin daliqandin. Pîrozbahî piştî vêxistina agirê Newrozê dest pê kir.

Pîrozbahiya Newrozê ya li Reqayê herî dawî sala 2011'an pêk hatibû. Komên çete piştî ku bajar dagir kirin, qedexe kiribûn ku Newroz bê pîrozkirin.

LI HELEBÊ JÎ AGIRÊ NEWROZÊ HATE DADAN

Li Helebê jî Newroz hate pîrozkirin. Pîrozbahiya li Helebê bi dirûşma "Bi ruhê Newrozê em dawî li tecrîdê bînin, Efrînê rizgar bikin" pêk tê.

Bi hezaran kes li gundê Bino yê herêma Şiqêfê li hev kom bûn. Agirê Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve hate vêxistin.