Li Kobanê Newroz li Miştenûr hate pîrozkirin

Bi deh hezaran kes tevlî pîrozbahiya Newrozê ya li Kobanê bûn. Di axaftinan de bal hate kişandina ser serketinên dîrokî yên di Newrozê de tên bidestxistin.

Bi deh hezaran li Kobanê Cejna Newrozê li Girê Miştenûr ê Kobanê pîroz kirin.

Destpêkê agirê Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve hat pêxistin. Paştre hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Enwer Muslim, hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid Mehbaş, endama Koordînasyona Kongreya Star Zehra Birkul axivîn.

Her wiha ji fermandadrên QSD`ê Heqî Kobanê axivî û Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û îşaret bi serkeftin û destkefiyên QSD`ê kir.

Keça Murray Bookchin beşdarî Newroza Kobanê bû.

Welatiya ji Amerîkayê Debbie Bookchin keça fîlozof Murray Bookchin axivî û Newroz li tevahî gelê Kurd pîroz kir. Debbie kêfxweşiya xwe bi beşdarbûna Newrozê diyar kir.

Her wiha endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Ehmed Xoce bi navê 19 partiyên siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivî û got Newroza îsal di kêliyên dîrokî de tê pîrozkirin. Kêliyên serkeftina li dijî çeteyên DAÎŞ`ê.

Her wiha gelek kom bi rengên xwe yên cuda beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Di dawiyê de stranên gelêrî hatin gotin, govend hate gerandin û pîrozbahî bi dawî bû.