Gelê Efrînê: Bi zarokên me jî ma be, wê Efrîn rizgar bibe

Gelê Efrînê yê ku li herêma Şehbayê bi şertên penaberiyê dijîn, dibêjin heta ku ew Efrînê rizgar nekin ew ê dev jî tekoşîna xwe bernedin. 

Yekemîn salvegera dagirkirina Efrînê, gel bi hemû pêkhateyên xwe li Şehbayê daket qadan û bi rizgakirina Efrînê bang kirin, her wiha gotin ger bi zarokên wan jî mabe wê Efrînê rizgar bibe.

 

Horiyê Mistifa got ji bo salvegera yekemîn a dagirkirna Efrînê ew niha dketine qadan û ji bo rizgarkirina Efrînê bang dikin. Mistefa got,''Heke me Efrîn rizgar nekir, zarokên me wê Efrînê rizgar bikin, ji ber wê em ê her tim li qadan û çalakiyan bin.''

Ji bo yekemîn salvegera dagirkirina Efrînê, gelê Efrînê ku li herema Şehba di şertên penaberiyê de dijîn û gelê herema Şehba daketin qadan û ev dagirkerî şermezar kirin. Gel bi helwestên xwe diyar kirin ku ger bi tenê zarokên wan jî mabe ew ê Efrînê rizgar bikin. Efrinî ji ANF’ê re axivîn û diyar kirin ku çi dibe bila bibe ew ê berxwedaniya xwe bidomînîn. 

AZADIYA EFRÎN AZADIYA JINÊ YE

Endama Kongra Starê Hevî Silêman diyar kir ku dagirkirina li ser Efrîn, beşek ji komploya navneteweyî ye û ku li hember afirînerê jiyana azad Rêber Apo hatiye kirin û wiha dibêje; ''Gelê Efrîn çawa ku 58 rojan li hember hemû şêwazên êrişê yên hovane li ber xwe da, niha jî li herema Şehba vê berxwedaniya xwe bê navber didomîne. Ji ber ku em dizanin azadiya Efrînê heman demê tê wateya azadiya jinê jî. Em vê dagirkirina Efrînê şehmezar dikin û em dibêjin ku wê helbet Efrîn rizgar bibe. ''

Efrîniyê bi navê Mihemed Reşîd jî van dibêje; ''Dewleta dagirker a Tirk, ev salek e hemû şêwazên xwe yên qirêj li ser Efrîn û welatiyên Efrîn da meşandin. Hovîtiya dewleta Tirk li Efrînê gihîştiye astek wisa ku nahêlin Efrîniyên ku li Efrîn mane cejna Newrozê pîroz bikin. Lê bila ew vê bizanibin ku îradeyek gelê Kurd heye ku tu carî dev ji tekoşîn û berxwedaniyê bernade. Bila tu kes li pêşiya Kurdan nesekine. Ji ber ku heya em Kurd azadiya xwe mîsoger nekin em ê berxwedaniya xwe bidomînin.''

GELÊ KURD BILA KIRYARÊN LI EFRÎN TÊNE KIRIN BIBÎNE

Welatiyê bi navê Hesen Ehmed dibêje; ''QSD’ê çawa ku çeteyên DAÎŞ'ê tine kir, wê çeteyên dewleta Tirk jî tune bike. Ez cejna Newrozê li hemû gelê Kurd pîroz dikim. Û bang li hemû Kurdan û sazî û partiyên Kurdan dikim ku li hember dagirkeriyê xwe bêdeng nekin û li ber xwe bidin. Bila hemû gelê Kurd li Efrîn mêze bike, bila bibînin ku dewleta dagirker a Tirk li Efrînê çi hovîtiyê dike. Li ser vê ez dibêjim ku em ê her tim dakevin qadan û bi her şêwazê em ê berxwedaniya xwe berdewam bikin. 

Rîhab Cibo jî ku ji herema Şehbayê ye, dibêje ew ê bi fikir û ramanên Reber Apo Efrînê rizgar bikin, herwiha bang li hemû cîhanê dike ku bila li hember guhertina demografîk a li Efrîn ku ji aliyê dewleta Tirk ve tê meşandin bisekinin.''