Gelê Qamişlo Newroz pîroz kir

Li Qamişlo bi sirûda ‘Bi ruhê Newrozê tecrîdê bişkînin, Efrînê azad bikin’ Newroz hate pîrozkirin.

Gelê Qamişlo, di saetên sibê yên zû de herikîn qada Newrozê ya li gundê Hîmo. Qada Newrozê bi alên TEV-DEM, YPG/YPJ, QSD û Kongreya Star hatin xemilandin.

Pîrozbahiya Newrozê bi dadan agirê Newrozê ya ji aliyê dayikan û şûnde destpê kir.

‘BÊ VÎNA GEL TI ÇARESERÎ PÊK NAYÊ’

Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif di pîrozabiyên Newrozê yên Qamişloyê de axivî û wiha got: “Bi rihê Newrozê em ê tecrîda li ser rêber Apo bişikînin û Efrînê rizgar bikin.”

Foza Yûsif Newroza gelên Rojhilata Navîn û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha axivî: “Îro em dîrokeke nû dinivîsin. Bi vîna gelan û pêşengiya Kurdan împaratoriya DAÎŞ’ê têk dibin û lehengiya şervanên QSD’ê pîroz dikin. 8 sal li ser şoreşa Rojava re derbas dibe. Heta niha ti çareserî bi pirsgirekên Sûriyê çareser nebûne. Ji ber bê vîna gelê herêmê ev pirsgirek çareser nabe. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê îspat kir ku yên demokrasiyê ava bikin, ew in. Bêyî vîna gelê herêmê ti çareserî bi pêş nakevin û bi ser nakevin.”

‘ÊRÎŞ PÊK WERIN EM Ê XWE BIPARÊZIN’

Foza Yûsif li ser gefên wezîrê parastinê yê rejîma Sûriyê jî ev tişt got: “Rejîma Sûriyê bê berpirsyarî tev digerê û gefan li hêzên Sûriyê dixwe. Gelê me çawa yekîtiya Sûriyê parast, li hember hemû gefan wê xwe biparêze. Em xwedî projeya demokrasiyê ne. Bi van gefan alozî çareser nabin, alozî xurtir dibin. Bila her kes bizane ku em bi guftûgoyan re ne. Lê heger gef li ser me bên kirin jî, em ê xwe biparêzin û gefan ti carî qebûl nakin. Li hember hemû gefan sîstema xwe biparêzin û xwe ji her tiştî re amade bikin.”

‘SOZA ME BIDAWÎKIRINA TECRÎD Û AZADKIRINA EFRÎNÊ YE’

Foza Yûsif têkildarî têkçûna DAIŞ’ê bang li hêzên navneteweyî kir ku bi erkên xwe rabin û wiha got: “Ji bo hêzên navneteweyî jî em dibêjin bi hezaran şehîdan me DAîŞ têk bir. Bila Neteweyên Yekbûyî bi erka xwe rabin û van hemwelatiyên xwe yên DAÎŞ’ê dadgeh bikin. Pêvajoya avakirinê dest pê kir. Şerê me li hember DAÎŞ’ê bi dawî bû lê hin jî gelek herêmên me di bin dagirkeriyê de ne. Wekî li Efrîn, Bab, Cerablusê şerê me bi dawî nebûye. Heta ku Efrîn rizgar nebe, têkoşîna me jî bi dawî nabe. Em soza têkoşîna rizgarkirina Efrînê didin. Em ê bi ruhê Newrozê tecrîda li ser Rêber Apo bişikînin û Efrînê rizgar bikin.”

Li ser navê Saziya Yekîtiya Gelan û Piştevaniyê (SYPG) Bêrîtan Asya axivî û Cejna Newrozê pîroz kir. Asya got, gelên Bakur û Rojhilatên Sûriyeyê kêliyên serfiraziyê yên li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bidest xistîn dijîn, di demeke dîrokî de dijîn.

Li ser navê welatiyên Suryanî jî peyam hate dayîn. Di peyamên de Newroz hemû gelên herêmê û şervanên QSD’ê hate pîrozkirin.

Di pîrozbahiyê de komên muzîk û foklorê derketin ser dikê.