HRE: Li Mare û Efrînê 9 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiyên li Mare û Efrînê de 9 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê di derbarê çalakiyên şervanên wan yên li Mare û Efrînê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku çalakiyên wan ên li dijî dagirkeriyê didomin.

Hêzên Rizgariya Efrînê got; “Roja 18’ê Adarê şervanên me li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker ya li taxa Tirindê a navenda Efrînê de çalakiyek lidar xistin. Di encama çalakiyê de 6 çete hatin kuştin û 7 çete jî birîndar bûn.”

HRE’yê ragihand ku şervanên wan 18’ê Adarê li taxa Mehmûdiyê ya Efrînê li dijî civîna çeteyan çalakiya sabotajê lidarxistine û di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û 3 çete jî birîndar bûn.

Li aliyê din HRE’yê diyar kir ku şervanên wan 18’ê Adarê li gundê Til Malid a Marê çalakiyekî sekvaniyê kirine û di çeteyek hatiye kuştin.