Li Şehbayê agirê Newrozê hate dadan

Welatiyên Efrînê yên ji ber dagirkeriya dewleta Tirk a berî salekê koçî herêma Şehbayê kiribûn û li nava kampan hatibûn bicihkirin, agirê Newrozê dadan.

Welatiyên Efrînê yên li kampên li Şehbayê hatine bicihkirin agirê Newrozê dadan. Di peyamên Newrozê de hatin dayîn hate gotin wê ti carî bi dijmin bi ser nekevin.

Di saetên şevê de li hemû navçe û gundên Şehbayê agir hate dadan. Li Kampên Serdem û Berxwedanê jî agirê Newrozê hate kirin û Newroz hate pîrozkirin. Li her du kampan hemwext saet 18:00’an meşek bi meşaleyî hate kirin. Di pîrozbahiyê de komên zarokan ên govend û koroyê derketin ser dikê û hunerên xwe pêşkêş kirin. Piştre jî pîrozbahî bi gerandina govendê dom kir.