19 partiyan bersiv da rejîmê: Rêz ji vîna gelan re bigirin

19 partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatên Sûriyeyê, ji bo rêveberên rejîma Sûriye ya bi daxuyaniyan gefan li gelan dixwin banga ‘Dev ji hişmendî û aqilê yekîtiya Sûriyeyê parçe dike berdin, rêz ji vîna demokratîk a gelan re bigirin.”

Partiya Kesek a Kurdistanî, Partiya Hevgirtin a Demokratîk a Kudrî ya Sûrî, Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê-Partî, Yekîtiya Lîberal a Kurdistanî, Partiya Kombuyîna Niştimanî ya Kurdistanî- Sûriyê, Partiya Demokratîk a Kurdistanî-Sûriyê, Partiya Komînîst a Kurdistanî, Partiya Biratî ya Kurdistanî, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Partiya Demokratîk a Kurdî- Sûrî, Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdî- Yekîtî, Partiya Çep a Demokraîk, Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê, Tevgera Çeksazî ya Sûrî, Tevgera Nûjen a Kurdistanî, Partiya Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê, Partiya Aştiya Demokratîk, Yekîtiya Kedkaran û Partiya Roj a Kurdistanî bi peyamek hevbeş bersiva daxuyaniyên rayedarên rejîma Sûriyê dan.

Peyama partî û saziyan wiha ye;

“Em di arîfeya Newrozê û têkçûna xîlefeta DAÎŞ’ê de ne. Em Cejna Newrozê li tevahiya gelên xwe yên Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Tirkmen, Ermen, Çerkez û Çeçen, li hêzên YPG, YPJ û QSD ku di têkçûna DAÎŞ’ê de bi rola pêşeng re rabûn, pîroz dikin.

Di van rojên pîroz û girîng de li şûna ku çareserî û biratiya gelan pêş bikeve mixabin em dibin şahidê daxuyaniyên ku dixwazin biratiya gelan xerab bikin û neçareseriyê esas digirin. Du roj beriya vê daxuyaniya fermandarekî ji artêşa Sûriyê balkêş bû. Di daxuyaniya fermandarê artêşa Sûriyê de dihat gotin ku yan bi hêza leşkerî yan jî bi şêwazekî din ew ê Rojhilat-Bakurê Sûriyê bixin bin kontrola xwe. Di serî de em bêjin ev daxuyaniya fermandarê artêşa Sûriyê provokasyonek e û bi tundî em şermezar dikin.

Pêwîst e di serî de rejîma Sûriyê, hêzên eleqedar û raya giştî ya cîhanê bizanibe ku Rojhilat-Bakurê Sûriyê di encama zêdetirî 2 hezar şehîdên gelê me yê Ereb, bi sedan şehîdên gelê me yê Sûryan, Tirkmen û her weha yên enternasyonalîst, zêdetirî 8 hezar gelê me yê Kurd ve ji bin zext, zordarî û desthilatdariya DAÎŞ’ê û çeteyên weke wê ve hatiye rizgarkirin. Yanî bi berdêldayîna zêdetirî 10 hezar şehîdan Rojhilat-Bakurê Sûriyê hatiye rizgarkirin û bûye cihê herî bi aram yên Sûriyê. Hemû gel bi hev re di nava biratî û aştiyê de dijîn. Xwediyê van şehîdan weke gelê Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Ermen, Tirkmen, Çerkez, û Çeçen ji destpêka dîrokê û heya niha li ser vê axê bûn. Em ne biyanî ne û ji ti devereke din nehatin, her li ser vê axê jiya ne. Di encama berdêldayîna biratiya gelan û paradîgmaya neteweya demokratîk de li Rojhilat-Bakurê Sûriyê xweseriya demokratîk hatiye avakirin. Ev berdêlên giran ê hatin dayîn, têkoşîn û şerê li dijî çeteyên dijî mirovahiyê DAÎŞ’ê, Nûsra û dewleta dagirker a Tirkiyê hat dayîn ne ji bo parçekirina yekitiya Sûriyê ye. Berevajî wê bi avakirina yekitiya gelan ji bo parastina yekitiya Sûriyê ye. Ji bo vê jî ne mimkûn e ku rejîma Sûriyê û fermandarên wê ne di vê zanebûnê de bin. Rojhilat-Bakurê Sûriyê ji bo Sûriyek demokratîk bi berdêlên giran ji çeteyên dijî mirovahiyê hatiye rizgarkirin. Ger ku herêmek bê rizgarkirin hebe ew jî herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirkiyê de ne. Di roja îro de Îdlib, Bab, Ezaz, Cerablûs û Efrîn di bin dagirkeriya dewleta Tirkiyê û her weha çeteyên girêdayî wê de ne. Ji bo vê jî li şûna ku rejîma Sûriyê û fermandarên wê gefan li gelên me bixwin, rûmet û welatparêzî ferz dike ku ji bo rizgarkirina van herêman helwesta xwe li dijî dewleta dagirker a Tirkiyê nîşan bidin.

Em vê destnîşan bikin, gefên rejîma Sûriyê û fermandarên wê yên ji bo Rojhilat-Bakurê Sûriyê, dijminantî û dijbertiya li hemberî gelê Kurd, Ereb, Xiristiyan, Tirkmen û Çeçen tiştekî bi rejîma Sûriyê nade qezenckirin. Ev gefên ku li gelên me tê kirin xizmeta yekitiya Suriyê, aştî û azadiyê nake. Li şûna gefên wisa ku bingehekî xeter bi xwe re diafirîne, ji bo çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê divê rêyên siyasî û muzakereyan esas bigirin û xwediyê zêhniyetek demokratîk bin. Eger ev nebe, israra di neçareserî û bêîstikrariyê de ew ê di serî de bi rejîma Sûriyê bide wendakirin. Birastî eger rejîma Sûriyê ji bo yekitiya Sûriyê dixwaze şer bike, divê li hemberî dewleta Tirkiyê ku gelek herêmên Sûriyê dagir kiriye şerê xwe bimeşîne. Hem li hemberî dewleta dagirker a Tirkiyê ew ê serê xwe bitewîne û bêîrade bimîne, hem jî ji aliyê din ve li dijî gelên me ew ê gefan bixwe û di nava êrîşê de be, ev qet nayê qebûlkirin. Bêguman gelên me li dijî van gefan ji bo rûmet, azadî û biratiya ku bi berdêlên giran ava kirine ew ê helwestên pêwîst nîşan bidin.

Divê ev jî baş bê zanîn ku ev gefên rejîma Sûriyê û fermandarên wê esas li dijî yekitiya gelê Kurd û gelê Ereb e. Ev zêhniyet rê li ber parçekirina Sûriyê vedike. Diyar e ku rejîma Sûriyê û fermandarên wê dixwazin yekitiya gelan, yekitiya Sûriyê parçe bikin. Bala xwe bidinê dewleta Tirkiyê jî heman zêhniyet û polîtîkayê dide meşandin û têde israr dike. Lê ev aqil û zêhniyet ew ê ti caran bi ser nekeve. Rejîma Sûriyê û fermandarên wê bêîstikrarî û parçekirina yekitiya Sûriyê dixwazin, lê em weke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û gelên li Rojhilat-Bakurê Sûriyê parastina yekitiya Sûriyê, Sûriyek demokratîk û nenavendî, xweseriya herêman û demokrasiyek bingehîn dixwazin.

Bangawazî û daxwaza me ji rejîma Sûriyê, fermandar û rayedarên wê ew e ku dev ji ev aqil û zêhniyeta ku xizmeta bêîstikrarî û parçekirina yekitiya Sûriyê dikin berdin, ji îradeya gelên demokratîk re rêz diyar bikin, ji çareseriyek bingehîn û demokratîk re vekirîbin û amade bin. Li ser esasê qebûlkirina Xweseriya Demokatîk û Sûriyek demokratîk gelên me yên li Rojhilat-Bakurê Sûriyê ji aştî, muzakere û diyalogê re hertim amade ne. Lê divê baş bê zanîn ku me axa xwe bihost bi bihost di encama berdêlên pir giran de ji çeteyên dijî mirovahiyê DAIŞ û her weha ji dagirkeriyê paqij kiriye, ji bo parastina rûmeta xwe, biratiya gelan û îradeya xwe jî ew ê gelên me bi her awayî parastina xwe ya rewa bikin.”