QSD'ê li Baxozê 7 Êzîdî rizgar kirin

Hêzên Sûriyaya Demokratîk (QSD) Sêşemê 5 jê jin û 2 jê zarok, 7 Êzîdiyên din ji dest çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kirin.

Li gorî agahiyên ku hatine standin 7 sivîlên ku ji hêla şervanên QSD'ê ve hatine rizgarkirin, birin herêmeke ewle.

Navê sivîlên ku hatine rizgakirin wiha ye: Pakîze Mehal Haso (30 salî ye û ji gundê Koço yê Şengalê ye), Xevla Smaîl Xwedêda (19 salî ye û ji gundê Koço ye), Emîn Xalo Izir (44 salî ye û ji gundê Koço ye), Şamil Smaîl Xwedêda (15 salî ye û ji gunê Koço ye), Solîn Silêman (17 salî ye û ji gunê Koço ye), Xunav Xidir Adim (32 salî ye û ji gundê Koço ye), Aydin Hedît Tala (12 salî ye û ji gundê Xirdan e)

Şervanên QSD'ê li Baxozê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê di operasyoneke fînalê de gelek jin û zarokên Êzîdî rizgar kirin. Di nav wan de bi hezaran Êzîdî hebûn ku dema çeteyên DAÎŞ'ê Tebaxa 2014'an bi ser Şengalê de girtibûn, ew hatibûn revandin.