Ji Kobanê heta Cizîrê agirê Newrozê geş bû

Li keleha têkoşîna dijî DAÎŞ'ê Kobanê, li herêma Cizîrê, li gelek cihan agirê Newrozê hate vêxistin.

Li Kobanê bi deh hezaran kes li Girê Miştenûrê ku ji bo têkoşîna dijî çeteyên DAÎŞ'ê bi wateyeke sembolîk bû, ji bo ku agirê Newrozê pêxin li hev kom bûn. Pîrozbahiya li Kobanê bi dirûşma, ''Em bi giyanê Newrozê tecrîdê bişkînin, Efrînê azad bikin'' pêk tê.

Li herêma Cizîrê jî li gelek bajaran bi heman dirûşmê pîrozbahiyên Newrozê dest pê kirin. Li Qamişlo hê spêdeyê qadên Newrozê tije bûn.

Li qada pîrozbahiyê alayên TEV-DEM'ê, YPJ-YPJ'ê, QSD'ê û Kongreya Star hatin daleqandin. Hêzên Ewlehiya Navxwe û HPC ewlehiyê bi cih tînin. Agirê Newrozê ji hêla dayikên şehîdan ve hate vêxistin. Dema pîrozbahiyê tê payin ku gelek kes biaxivin.

Li Dêrikê bi deh hezaran kes ji bo Newrozê hatin cem hev. Li qadên pîrozbahiyê kincên gelêrî bal kişand. Piştî ku dayikên şehîdan agirê Newrozê pêxist, axaftinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser Newrozê hate guhdarîkirin.

Li Amûdê jî agirê Newrozê dayikên şehîdan pêxist û dest pê kir. Bi hezaran kes li qada Newrozê ya gundê Çaxirê hatin cem hev. Qada pîrozbahiyê bi alayênYPG-YPJ'ê û QSD'ê hate xemilandin.

Li herêmê pîrozbahî didomin.