Efrîniyên li Şehbayê Newroz pîroz kirin

Gelê Efrînê ji ber dagirkeriya dewleta Tirk a bi ser Efrînê koçî Şehbayê kiribûn, li Şehbayê Newroz pîroz kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di Adara 2018’an de Efrîn dagir kiribûn.

Gelê Efrînê li qada Şehbayê berxwedana xwe didomînin. Gelê Efrînê di 21’ê Adarê de berê xwe da qada Newrozê ya li gundê Elewşa ya navçeya Ehdesê.

Di saet 11.00’an de dayîkên şehîdan dest bi vêxistina agirê Newrozê kirin û pîrozbahî bi awayekî bi coş didome. Gelê Efrînê û yên li Şehbayê Newroza îsal bi sloganên ‘Em ê tecrîdê bişkînin û Efrînê azad bikin’ pîroz dikin.