Bi merasîmekê şervanek li Til Temirê spartin axê
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundir Mehmûd Mihmed li Til Temir a girêdayî Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi merasîmekê spartin axê.
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundir Mehmûd Mihmed li Til Temir a girêdayî Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi merasîmekê spartin axê.
Bi sedan şêniyên navçeya Til Temirê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Mihemed ku li Derazorê di encama êrişeke şaneyên veşartî de şehîd bûbû, li Goristana şehîdan a navçeya Til Temirê spartin axê.
Bi sedan kesan cenazeyê şehîd ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê wergirt û ber bi goristanê ve çû. Merasîma bi deqeyek rêzgirtina leşkerî û gelleşkerî destpê kir.
Piştre endamê rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn yê navçeya Til Temir Selman Nûhê sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re xwest û soza tolhildanê nûjên kir û wiha axivî: “Ji destpêka avakirina Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şehîd Mehmûd bê dudilî cihê xwe girt. Em ê heta dawî li ser xeta şehîdan û Rêber Apo welatên xwe ji şaneyên veşartî û dagirkeran biparêzin. Em hemû hêza xwe ji şehîdên xwe werdigirin. Çawa şehîd Mehmûd li dijî şaneyên veşartî heya dawî li ber xwe da, em jî li ser şopa wî heya dawiyê bimeşin û li dijî êrîşan her hişyar bin.”
Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê Ebdilbaqî Kûtê jî anî ziman ku roniya xwe ji şehîdan digirin û got: “Ne ji berxwedana van lehengan bûya me nikarîbû niha li vir bijî. Ji bo wê jî şehîdên me rêberê me yên manewî ne û ew tu carî namirin.”
Lawê apê şehîd Mehmûd, Hesen Elî jî diyar kir ku ew bi şehadeta şehîd Mehmûd serbilind in.
Piştî axaftinan nasnameya şehîd Mehmûd Mihemed hat xwendin û radestî malbatê kirin.
Cenazeyê şehîd Mehmûd bi tilîliyên dayikan spartin axê.