Dewleta Tirk li bakurê Sûriyeyê ji bo çeteyên wekî El Kaîde, DAÎŞ û El Nûsra dixwest ‘herêmeke ewle’ ava bike. Dewleta Tirk a niha jî dixwaze heman tiştî li Lîbyayê bike. Rêveberiya Tayyip Erdogan a ku dixwaze Rojhilata Navîn bike gola xwînê, di dema dawîn de bi hikumeta Sarrac a Lîbyayê peymanek çêkir û gelek çete ji Sûriyeyê şand Lîbyayê.
Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Loqman Ehmê derbarê armanca dewleta Tirk a li herêmê pirsên ANF’ê bersivand. Ehmê diyar kir ku dewleta Tirk bi gava dawîn re gefê him li Rojhilata Navîn û him jî li Ewropayê dixwe.
Ehmê got ku “Me berê jî diyar dikir ku dewleta Tirk gefan li ser herêma me, Rojhilata Navîn û Ewropayê dixwe. Herêma me dagir kirin. Dewleta Tirk Efrîn, Bab, Cerablûs û herî dawîn jî Girê Spî û Serêkaniyê dagir kir û dixwaze li herêmê dewleteke terorê ava bike. Gelê herêmê dide koçkirin û çete û malbatên çeteyan li van herêman bi cih dike.”
GEFA LI SER EWROPA Û ROJHILATA NAVÎN
Ehmê diyar kir ku dewleta Tirk bi pêngava xwe ya li Lîbyayê re gefê him li Rojhilata Navîn û him jî li Ewropa dixwe. Ehmê got ku “Li Rojhilata Navîn û Efrîkayê rêyên cihê daye ber xwe. Berê jî li Sûdan Somaliyê bû. Li Katarê jî baregehên wê yên leşkerî hebû. Niha jî dixwaze têkeve Lîbyayê. Di vir de gelek hedefên wê hene. Dixwaze pêdiviya xwe ya enerjiyê bi vî awayî bi cih bîne. Bi hikumeta Sarrac a Lîbyayê re peymanek çêkir û bi vî awayî dixwaze rêya enerjiya ji Lîbyayê diçe Ewropayê têxe bin kontrola xwe. Erdogan bi vê gavê re gefê li Ewropa dixwe. Lîbya li ser sînorê Ewropayê ye. Erdogan xwe dirêjî wir dike, dixwaze enerjiya wir têxe bin kontrola xwe. Di heman demê de gelek çeteyan li wir bi cih dike, kîngê bixwaze dikare li Ewropayê teqînan bike. Piştî şantaja Erdogan bi penaberan re ev jî tê wateya gef û şantajeke din. Me di sala 2014’an de qala van tiştan dikir. Yên ku wê demê guh nedida me, îro vê gefê nû dibînin. Ji ber vê jî divê her kes tevdîra xwe bistîne û têkeve nav hewldanan. Heke pêşiya van gefan neyê girtin, di demên pêş de wê berdêlên mezin hewce bike.”
‘LEŞKERÊN ERDOGAN ÊN BI PEREYAN’
Ehmê diyar kir ku Erdogan li bakurê Sûriyeyê bi çeteyên DAÎŞ, El Nusra û El Kaîdeyê artêşek ava kiriye û dixwaze li cihên din ên cîhanê van çeteyan bi kar bîne. Ehmê got ku “Ev ji bo mûxalefet, şoreş û mafên hin beşan tênakoşin. Ev leşkerên Erdogan ên bi pereyan in. Ji Gûta, Dera, Helebê ew anîn Îdlîbê. Ev çete anîn Serêkaniyê û Girê Spî. Niha jî van çeteyan dibe Lîbyayê. Wê wan bibe cihekî din û wan têxe nav şer. Ev leşkerên bi pereyan in, tu dozeke wan tune.”