4 hezar û 500 Rojavayî li warê xwe vegeriyan

4 hezar û 500 Rojavayî ku ji ber êrişên dagirkeriyê neçar man koç bikin li warê xwe vegeriyan.

Bi hezaran Rojavayiyên ku ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê neçar man koç bikin û derbasî Başûrê Kurdistanê bûn, li kampa Berdet Reşê bi cih bûbûn.

RÊVEBERIYA XWESER KAMP AVA KIR

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo şêniyên ji bajarên din ên herêmê koç kirin kamp ava kir. Ji mirovên ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk koçî Başûrê Kurdistanê kirin heta niha 4 hezar û 500 ji wan vegeriyan warê xwe. Rayedarên Deriyê Sînor ê Sêmalka yê navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê du rojên hefteyê ji bo vegera koçberan destnîşan kirin. Ji rayedarên Deriyê Sînor ê Sêmalka Baz Ehemed ragihand ku koçber bi komên ji 300 kesî vedigerin.