HRE: 4 çete hatin kuştin û 8 çete jî birîndar bûn

Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir ku hêzên wan li Efrîn û derdora wê çalakî li dar xistine û di van çalakiyan de 4 çete hatine kuştin û 8 çete jî birîndar bûne.

Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir ku hêzên wan li Efrîn û derdora wê çalakî li dar xistine û di van çalakiyan de 4 çete hatine kuştin û 8 çete jî birîndar bûne.

Di daxuyaniya HRE’yê de ev tişt hate diyarkirin:

“Hêzên me li hember artêşa dagirker û çeteyên wê çalakî û operasyonên xwe yên li herêma Efrîn û derdora wê didomînin. Di vê çarçoveyê de yekîneyên me 9 û 10’ê Çileyê de li hember komên çete rêzaçalakiyên bi bandor li dar xistin.

Hêzên me di di 9’ê Çileyê de li Marê li hember komek çete 2 çalakiyên sekvanî pêk anîn. Di encama çalakiyê de herî kêm çeteyek hat kuştin, çeteyek birîndar bû. Di heman dîrokê de yekîneyek me li gundê Cilbirê a ser bi navçeya Şêrawa li dijî baregehek çeteyên artêşa dagirker çalakiyek li dar xistin. Di encama çalakiyê de çeteyek girêdayî koma bi navê Cebhe el-Şamiye hat kuştin, çeteyek û leşkerek birîndar bûn.

Yekîneyên me di 10’ê Çileyê de 3 çalakiyên bi bandor li dar xistin. Di encama çalakiyan de;

Li gundê Vîla Qadî a ser bi navçeya Şera 3 çeteyên koma Cebhe el-Şamiye birîndar bûn.

Li gundê Meydankê a ser bi navçeya Şera di encama serdegirtina hêzên me a li ser baregeha koma bi navê Feylaq el-Şam de çeteyek hat kuştin, 2 çete birîndar bûn.

Li ser rêya gundê Hecîka a navçeya Raco de, di encama çalakiyê de çeteyek bi navê Mihemed Kean ê girêdayî koma Firqet Hemze hat kuştin.”