Jina ku xwest zaroka astengdar rizgar bike birînar bû

Jina li gunda Başemrê ya li navçeya Şêrewa di encama bomberdûmana dewleta Tirk de birîndar bû, derket holê ku dema dixwest zaroka astengdar ji bomberdûman rizgar bike birîndar bûye.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê danê nîvro bi obus û hewanan gundê Başemrê yê navçeya Şêrewa bombe kiribû. Di bomberdûmanê de Zeyneb Mehmûd Hemade ya 56 salî ji lingê xwe birîndar bûbû.

Hevjînê Zeynebe a li nexweşxaneyê tê dermankirin Mihemed Hemade diyar kir ku dema li gund hevjînê wê xwest zarokeke astengdar ji ber bomberdûmanê rizgar bike birîndar bûye. Hemade anî ziman ku gelek carî gund hatiye bombekirin.