Dagirkeran bombe li Şera û Şêrewa ya Efrînê barandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bombe li gundên navçeya Şera û Şêrewa ya Efrînê barandin.

Artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê gundê Soxanekê û Malikiyê yên Şêrewa li gel gundê Şiwarxa û Menazzê yên Şêrewa yên Efrînê bombe kirin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Başemrê yê Şêrewa dan ber obus û hewanan. Hate ragihandin ku gelek bombe li gund û derdorî gund ketine.  Di bomberdûmanê de ji gundê Başemrê jina bi navê Zeyneb Mehmûd Hemedê ji ber parçeyên hewan û obusan ji lingê xwe birîndar bûye.

Hevjînê Zeynebê ragihand ku dewleta Tirk û çeteyên wê gund ketober daye ber obus û hewanan.