Li Sûriyeyê li dijî Haşdî Şabî êrişa hewayî hate kirin: 8 kes mirin
Li rojhilatê Sûriyeyê li dijî Haşdî Şabî ku alîgirê Îranê ye êrişeke hewayî hate kirin. Hate ragihandin ku 8 milîs hatine kuştin.
Li rojhilatê Sûriyeyê li dijî Haşdî Şabî ku alîgirê Îranê ye êrişeke hewayî hate kirin. Hate ragihandin ku 8 milîs hatine kuştin.
Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand, ku balafireheke nehate tespîtkirin bê ya kê ye bombe li wesayit û depoyên çekan ên li herêma Bûkemalê ya li ser sînorê Iraqê barand.
Di encama êrişa hewayî de ku rê li ber teqîneke mezin vekir herî kêm 8 endamên Haşdî Şabî hatin kuştin.
Heta niha kesî berpirsyariya êrişa hewayî hilneda ser milê xwe. Beriya niha Îsraîlê gelek caran li hêzên li Sûriyeyê yên bi piştgiriya Îranê xistibû.
Ev êrişa hewayî piştî êrişên DYE û Îranê yên li dijî hev hate kirin.