Cansiz, Dogan û Şaylemez li Dêrikê hatin bibîranîn

Yekîtiya Jinên Ciwan li Dêrikê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatibûn qetilkirin bibîr anîn.

Li Dêrikê Yekîtiya Jinên Ciwan yek ji damezrênerya PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîs Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatibûn qetilkirin bi çalakiyekê bibîr anîn.

Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan, nûnerên Kongra Star û saziyên civaka sivîl tevlî bîranînê bûn. Merasîma bîranînê li Navenda Çand û Huner a Şehîd Dicle bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Di bîranînê de sînevîzyona ku jiyan û têkoşîna sê jinên şoreşger li xwe digire hate nîşandan.

Bîranîn bi dirûşman bi dawî bû.