Endamê Hêzên Asayîşa Rojava Hoşeng li Dêra Zorê şehîd bû

Hêzên Asayîşa Rojava ragihand ku endamê wan Mehmûd Hoşeng li Dêra Zorê dema dewriye digeriyan di encam êrîşekê de şehîd bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Asayîşa Rojava ya ku daxuyaniyek nivîskî da, nasnameya endamê xwe Mehmûd Hoşeng Mihemed ê şehîd bûye eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye: "Endamê Hêzên Asayîşa Ewlehî û Parastina Kerwanên Bazirganiyê heval Mehmûd Hoşeng sibeha roja Yekşemê 5‘ê Çileyê li gundê Ehmer ê girêdayî navçeya Bisêrayê di encama êrîşeke terorîast a li djiî dewriyeya wan de şehîd bû.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nav: Mehmûd Mihemed

Navê Dayikê: Leyla

Navê Bavê: Hoşeng

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Til Bilbil 7-1-1997‘an

Dîroka tevlêbûnê: 10-1-2018

Cih û Dîrokê Şehadetê: Gundewarê Dêra Zorê/ 5-1-2020

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Hêzên Asayîşa Rojava- Bakur û Rojhilatê Sûriyê) sersaxî ji xwe û malbata şehîd re dixwazin, bejna xwe li hember lehengiya wan ditewînin. Em soza xwe ya gelê xwe re dubare dikin ku em li ser soza xwe ya parastina xak û gelê xwe ne."