Qetlîama Parîsê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate şermezarkirin

Yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz , Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin, li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin bibîranîn.

DÊRIK

Şêniyên bajarê Dêrikê li Qada Şehîdan a navenda bajêr kom bûn û wêneyên her sê têkoşeran; Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan, her wiha wêneyên şehîd Hevrîn Xelef, Dayika Eqîde û Amara Rênas û pankartên "Bi rihê berxwedana Sakîne û Hevrînan em ê faşîzm û dagirkeriyê têk bibin" hildan.

Meş ji Qada Şehîdan dest pê kir û ber bi navenda Şehîd Bawer a Ciwanên Şoreşger ve çû. Meş li navenda ciwanan veguherî mitîngê. Di mîtîngê de ji rêveberên Kongreya Star a bajarê Dêrikê Rîhan Temo axivî û hemû şehîdên azadiyê û bi taybet jinên ku ji aliyê faşîzma Tirkiyê ve mîna Hevrîn Xelef, dayika Eqîde û Amara Rênas bi bîr anîn.

GIRKÊ LEGÊ

Bi sedan şêniyên Girkê Legê, Til Koçer û Çilaxa ji bo şermezarkirina Komkujiya Parîsê ya li dijî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez daketin qadan.

Meşê li Qada Şehîd Xebat Dêrik dest pê kir. Meş li navenda navçeyê veguherî mitîngê. Di mitîngê de hevseroka Desteya Darayî ya herêma Cizîrê Remziya Mihemed axivî û her sê têkoşer bi bîr anîn. Remziya di axaftina xwe de wiha anî ziman: "Şehadeta her sê têkoşeran ji jinên berxwedêr re bû dîrok. Jinên têkoşer bi îradeya xwe ya azad azadî ji tevahî jinên cîhanê re ava kir. Îro jî em dibînin ku bi saya firkên jinên Kurd em hemû bi hev re lê vê derê kom bûne."

Remziya di axaftina xwe de soz da ku ew ê heta dawiyê şopdarên rêya Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û tevahî şehîdên azadiyê bin.

HESEKÊ

Kongreya Star li bajarê Hesekê îro bi tevlêbûna bi sedan şêniyên bajêr û endamên saziyan meşek li dar xist.

Meşê ji pêşiya nuqteya tenduristiyê ya navçeya Til Hecer heta Qada Şehîd Agirî dewam kir. Meşvanan alên QSD, YPG, YPJ û Kongreya Star û wêneyên her sê tekoşerên jin hildan.

Li Qada Şehîd Agirî meş veguherî mîtîngê. Endama Kongreya Star li kantona Hesekê Rêjîn Salih axivî û Komkujiya Parîsê ya li dijî her sê jinên têkoşerên, her wiha bêdengiya dewleta Fransayê şermezar kirin. Rêjîn Salih wiha got: "Ev komkujî wek berdewama Komploya 15`ê Sibatê ye ku Rêber Ocalan kir hedef û tecrîd û qirkirina siyasî ku ji aliyê hikumeta Tirk ve tê kirin e.”

Rêjînê diyar kir ku berxwedana jinan dewam dike û kes nikare vîna wan bişikîne. Her wiha soza şopandina rêya wan didin.

TIRBESPIYÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê bang kir ku hesab ji kesên ku komkujyan li dijî jinan pêk tînin û destpêkê kesên ku têkoşer Sakîne Cansiz, Leyla Şaylmez û Fîdan Dogan şehîd xistin, were xwestin.

Şêniyên navçeyê ji bo salvegera 7`emîn a komkujiya Parîsê meşek li dar xist. Di meşê de wêneyên her sê têkoşeran, şehîd Hevrîn Xelef û dayika Eqîde hatin hildan. Her wiha pankartên "Bi rihê berxwedana Sakîne û Hevrînan em ê faşîzm û dagirkeriyê têk bibin" hatin hildan.

Meş li pêşiya navenda meclisa navçeyê veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de ji rêveberên Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê Henîfa Mihemed axivî. Henîfa di axaftina xwe de wiha got: "Dewleta Tirk a dagikrer jinan dike hedef. Kiryarên wê parçeyek ji siyaseta wê ya dagirkirinê ye. Bi rêya êrişên xwe dixwaze îradeya jinên azad bişikîne."

QAMIŞLO

Bi heman armancê, şêniyên bajarê Qamişlo jî daketin qadan û ji çerxerêya depoyan a navenda bajarê Qamişlo dest bi meşê kirin û wêneyên her sê têkoşeran; Sakîne, Leyla û Fîdan hildan.

Meşvanan dirûşmên “Berxwedan jiyan e” û “Bimire dagirkeriya Tirk” berz kirin. Meş li Goristana Şehîd Delîl Saroxan veguherî mîtîngê. Piştî bîranîna şehîdan, endama Kongreya Star a bajarê Qamişlo Emel Şemdîn axivî û her sê jinên têkoşer bi bîr anîn. Emel anî ziman ku dewleta Fransayê îdia dike ku ew dewleteke demokratîk e û mafên mirovan diparêze, lê der barê kujerên her sê jinên têkoşer de tu gavên cidî neavêtin û da zanîn ku Sakîne bi têkoşîna xwe bû sembola jinên tevahiya cîhanê û sembola berxwedan û azadiyê.