Li Şehbayê cenazeyê şehîd Rustem Cûdî hate veşartin

Welatiyên Efrîn û Şehbayê cenazeyê şervanê YPG’ê Rustem Cûdî bi merasîmekê li navçeya Ehrezê veşartin. Di merasîmê de şehîd Sîpan Efrîn hate bibîranîn.

Bi sedan xelkê Efrîn û Şehbayê cenazeyê şervanê YPG’ê Rustem Cudî ji Nexweşxaneya Avrin a li Fafînê wergirtin û ber bi Goristana Şehîdên Serdemê ya li navçeya Ehrezê ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanan ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Xelîl Îso û li ser navê Rêveberiya Xweser a Demokratîk Silêman Cehfer axivîn.

Qisekeran şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û wiha gotin; “Ev keda tê dayîn kedekî 40 saliya xwe derbas kiriye. Hemû şehîdên azadiyê zarokê vî gelî ne û divê em xwedî li ked û têkoşîna wan derbikevin.”

Li aliyê din di merasîmê de nasnameya Zuhêr Îbo (Bahoz Efrîn) û Mihemed Hemo (Sîpan Efrîn) ên di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn jî hatin eşkerekirin.

Girseya gel cenazeyê şervanê YPG’ê Rustem Cûdî bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşartin.