4 şervanên ku li Dêrazorê û Hesekê şehîd bûbûn hatin veşartin

4 şervanên ku li Dêrazor û Hesekê şehîd bûbûn li Hesekê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.

Şervanên QSD'ê Zagros Rodî (Ferhad Şêxmûs) ku 7'ê Çile dema li ser peywirê bû şehîd bûbû û endamên Hêzên Xweparastinê Mihemed Mela Hesen, Ehmed El Hiseyin û Mistefa Evdilrezzq Hesekê ku li Dêrazorê demên cudda dema ku li ser peywira xwe bûn şehîd bûbûn li Hesekê bi merasîmeke batin veşartin.

Şervan li Şehîdgeha Şehîd Dijwar bi merasîmeke girseyî hatin bicihkirin.

Hêzên Xweparastinê, şervanên QSD'ê, nûner û endamên saziyên siyasî û sivîl û gelek kes li merasîmê hazir bûn.

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Hesekê  Hiseyîn Sermo di merasîma cenaze de axivî, sersaxî da malbatên şehîdan û xizmên wan û got, ''Em ê gundên ku dagirkeran ew dagir kirine bi dest wan ve bernadin. Beriya niha jî li dijî DAÎŞ'ê em têkoşiyan. Niha jî li dijî dewleta Tirk û çeteyên wan têdikoşin. Em sond dixwin ku li ser şopa şehîdên xwe bimeşin û tola wan hilînin.''

Piştî axaftinan belgeya şehîdbûnê ya şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan kirin. Piştre şehîd bi lîlandinan û dirûşmeyan hatin veşartin.