Çeteyên dewleta Tirk li Babê 2 sivîl qetil kirin
Li Babê di encama şerê di navbera komên çete yên bi navê Cebhet El Şamiye û Ehrar El Şerqiye yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de rû dayî, 2 sivîl mirin.
Li Babê di encama şerê di navbera komên çete yên bi navê Cebhet El Şamiye û Ehrar El Şerqiye yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de rû dayî, 2 sivîl mirin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê got: “Çeteyên ser bi dewleta Tirk a dagirker, li ser rêya El-Raî ya di navbera herêmên Bab û Sosiyan ên bakur û rojhilatê Heleb de şer kirin. Di encama guleberandina bêserûber de du sivîl hatin kuştin.”
Ji aliyekî din ve çeteyên El-Cebhe El-Şamiye 13 endamên çeteyên Ehrar El-Şerqiye girtin û wesayîtên wan ên tijî sewal desteser kirin. Piştre çeteyên Ehrar El-Şamiye hêzên xwe yên leşkerî zêde kirin û di encamê de şerê dijwar di navbera her du aliyan de derket. Di encamê de gelek ji wan hatin kuştin û birîndar bûn.