Çeteyên Tirk li Eyn Îsayê rê dibirin û diziyê dikin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Eyn Îsayê li ser rêya Ebû Sira û Xalidiyê wesayit û malên sivîlan desteser kirin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ser rêya navbera gundên Ebû Sira û Xalidiye yên Eyn Îsayê, rêya bazirganan ên mal ji Reqayê dibin Minbicê birîn û dest danîn ser mal û wesayitên sivîlan.

Hate ragihandin ku bûyer şeva 9'ê Çileyê saet di 18:00 de rû da. Sebir Nezîr Edî Sûbe û EHmed Mehmûd Nebîsî ku pismamê hev in û mal dibirin ji Minbicê re, diyar kirin ku çeteyên dewleta Tirk rêya wan birîne.

Sebir Nezî Edî Sûbe ku hîn bi bandora bûyerê ye got, "Ez di navbera Reqa û Minbicê de bazirganiyê dikim. Doh êvarê saet di 18:00 de dema diçûm Minbicê şeş kesên çekdar rêya me birîn. Ez û pismamê xwe bi hev re bûn. Em bi du wesayitan diçûn. Em ji wesayitan peya kirin. Bi çekê li serê pismamê min xistin. Dest danîn ser wesayitên me û malên me."

Ehmed Mehmûd Nebîsî jî got, "Ev kesên ku kincên leşkerî li wan bûn û bi çek bûn ji kêleka rê ji nişka ve derketin pêşiya me" û diyar kir, "Bi çekê li serê min xistin. Serê min şikest. Piştre nasnameyên me, ewraqên me, fatûreyên me û wesayitên me birin û çûn. Em bi wesayiteke sivîl hatin heta deverekê. Piştre jî endamên Asayîşa Eyn Îsayê em dîtin. Em birin nexweşxneyê."