ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê şehîdan bi merasîmeke heybet spartin axê
Bi merasîmeke bi heybet cenazeyê 7 şervanên QSD’ê yên di dem û cihên cuda yên berxwedana li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê de şehîd bûbûn, li Goristana Şehîd Xebat Dêrik spartin axê. -
Şervanê QSD’ê Salih Qewas bi merasîmekê veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Salih Qewas (Dilşêr’ ê di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbû, li Şehîdgeha Şehîd Rûstem Cûdî veşartin. -
Kremlînê bersiv da Erdogan: Operasyon senaryoya herî xerab e
Kremlînê bersiv da Erdogan ku gotibû, "Di her kêliyê de operasyona li Idlibê dikare dest pê bike, şevekê ji nişka ve em dikarin bên." Peskov got, "Operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê li Idlibê li dijî hêzên hikumetê yên Sûriyeyê wê senaryoya herî nebaş be." -
Di êrîşa dewleta Tirk a li Eyn Îsayê de 3 sivîl birîndar bûn
Di bomberdûmana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser gundê Şergirat û Mişrefa yên Eyn Îsayê de 3 kes birîndar bûn. -
QSD: Li Til Temirê 4 çete hatin kuştin
QSD’ê ragihand ku di êrîşa çeteyan a li ser gundewarên Til Temirê de 4 çete hatine kuştin. -
Li Qamişloyê teqîn: 2 sivîl jiyana xwe ji dest dan
Di encama teqîna li depoyeke ya komkirina plastîkan ya li Qamişloyê de 2 kes mirin. -
Li kampa Berxwedan bi hezaran kes li dijî komployê meşiyan
Şêniyên Kampa berxwedan bi meşekê roja komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, şermezar kirin. -
'Di hevdîtinên bi Şamê re berpirsyarî li ser milê Moskowayê ye'
Bedran Çiyakurd diyar kir, ku di hevdîtinên bi rêveberiya Şamê re rejîmê di nêzîkatiyên xwe yên berê de israr dike û got, "Di vê nuqteyê berpirsyarî dikeve ser milê Moskowayê. Divê ji bo çareseriyê zextê li Şamê bike." -
Şerê li Idlibê bi dijwarî dewam dike
Piştî ku derdora Helebê bi temamî hat kontrolkirin, serokê rêjîma Sûrî Beşar Esed daxuyaniyek da û diyar kir ku wê li her devera Sûrî operasyonên leşkerî li dijî komên cîhadîst dewam bike. Ji doh ve balafirên Rûsyayê bi dehan caran herêm bombebaran kirin. -
Gundên Şêrawa, Şehba û Eyn Îsa hatin bombekirin
Dewleta Tirk a dagirker gundên Şêrawa, Şehba û Eyn Îsa bombe kirin. -
Wê balafirgeha Helebê ji bo firînên bazirganiyê ji nû ve bê vekirin
Rejîma Sûriye ragihand ku wê rê bide firînên bazirganiyê ya ji bo bajarê Heleb ê berê weke paytexta bazirganiyê dihate dîtin û bajarê welat ê duyemîne. -
Artêşa Tirk a dagirker gundê Qizelî bombe kir
Artêşa Tirka dagirker gundê Qizelî yê Girê Spî bombe kir. -
Li Hesekê cenazeyê du şehîdan hate veşartin
Welatiyên bajarê Hesekê û gundewarên wê cezayên şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Hisên Elî Îd û şervanê QSD’ê Ehmed Mensûr (Şahoz Hesekê) bi merasîmekê li Gorsitana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê veşartin. -
Cenazeyê şehîd Diyar Efrîn bi merasîmekê hate veşartin
Welatiyên Efrîn û Şehbayê bi merasîmekê cenazeyê şervanê YPG'ê Diyar Efrîn li Şehbayê veşartin. -
Ebdî: Vegera li dema beriya 2011'an nepêkan e!
Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî diyar kir, ti projeya çareseriyê ya ku Rêveberiya Xweser ji nedîtî ve tê şensê xwe yê serketinê nîne û got, vegera li dema beriya 2011'an de nepêkan e. -
Dewleta Tirk pêşniyara çi li HTŞ'ê kir, HTŞ'ê çi, çima red kir?
Dewleta Tirk ku nekarî xwe li ber zexta Rûsyayê ya ferzkirina peymana Soçî bigire, pêşniyar li HTŞ'ê kir ku xwe fesix bike û tevlî 'Artêşa Milî ya Sûriyeyê' bibe. HTŞ'ê ev pêşniyar red kir û dewleta Tirk jî HTŞ li eniya Helebê bi tenê hişt. -
Dagirkeran êrişî gundên Şehba û Şerayê kirin
Dewleta Tirk a dagirker tevî komên xwe yên çete bi obusan bombe li gelek gundên Şehba û Şerayê barandin. -
Di êrîşa li ser Minbicê de sivîlek hate kuştin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundên dikeve bakur rojavayê Minbicê kiribû. Di êrîşê de jinek mir û kesek birîndar bû. -
Cenazeyê 7 şehîdan bi merasîmekê hatin veşartin
Bi hezaran welatiyên Dêrikê cenazeyê 7 şervanên ku di cih û demên cûda yên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bûne, bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin. -
Çeteyên Tirk êrîşî gundên Minbicê kir
Hate ragihadnin ku komên çete yên dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundên bakur rojavayê Minbicê kirin. -
Hêzên dagirker gundên Şera û Şehbayê topbaran dikin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên navçeya Şera ya Efrînê û gundên Kantona Şehbayê bi giranî topbaran dikin. -
YPG’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir
YPG’ê ragihand ku şervanê wan Diyar Efrîn 13’ê Sibatê li Helebê dema bi erka xwe radibû, şehîd bûye. -
‘Rêveberiya Xweser projeyeke niştîmanî ye û gefê li yekîtiya Sûriye û gelê wê naxwe'
Daîreya Têkiliyên Karê Derve ya Rêveberiya Xweser nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Alîkarê Wezîrê Karê Derve yê Sûriye Feysel Mîqdad da. -
Dagirker bombeyan li gundên Eyn Îsayê dibarînin
Dewleta Tirk a dagirker tevî komên xwe yên çete bombeyan li gundên El-Hoşan, Korpelik û El-Xalidiyê yên Eyn Îsayê dibarînin. -
QSD'ê nûçeyên têkildarî Idlibê derewand
QSD'ê îdîayên ku dibêjin, hêzên wan tevlî operasyonên li Idlibê bûne derewand.