‘Rêveberiya Xweser projeyeke niştîmanî ye û gefê li yekîtiya Sûriye û gelê wê naxwe'

Daîreya Têkiliyên Karê Derve ya Rêveberiya Xweser nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Alîkarê Wezîrê Karê Derve yê Sûriye Feysel Mîqdad da.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Daîreya Têkiliyên Karê Derve ya Rêveberiya Xweser de ev tişt hatin diyar kirin;

“Em nêzî sala dehan a aloziya Sûriyeyê dibin û heta niha derfeta çareserkirina vê trajediyê winda ye. Ji bilî encamên vê aloziyê ku kareset û trajedî bi xwe re anîn, lê kedên ji bo israrkirina çareseriyê yan jî xebata ji bo peydakirina çareseriyê têk çûn. Ji ezmûna salên derbasbûyî diyar dibe ku bi rikdarî û hiştina sedemên aloziyê, dê ne gengaz be ku çareserî bê avakirin. Ji van sedeman jî ya sereke rikdariya rejîmê ye û paşguhkirina guherînan li Sûriyeyê ye.

Di demekê de ku Rêveberiya Xweser tekez kir ku ew amade ye ku bi rejîmê re diyalogê bike, di çarçoveya xizmetkirina çareseriya niştimanî ya Sûriyeyê û çend hevdîtinên di vê çarçoveyê de pêk hatin, em dibînin ku ji hundirê rejîmê deng derdikevin û bi mêjî û metoda ku bûn sedema ev aloziya heyî ya Sûriyeyê kûrtir û girêktir bibe, diaxivin. Wekî daxuyaniya cîgirê wezîrê karên derve yê Sûriyeyê.

Daxuyaniyên bi vî rengî ne li gorî pêvajoya heyî ne ku niha Sûriyeyê tê re derbas dibe, lê belê xebat û keda ji bo diyaloga niştimanî ya Sûriyeyê asteng dike. Lewra em piştrast dikin ku ev helwest û daxuyaniyên bi vî rengî tu pêşketinan çênakin. Îsbata vê yekê jî ku di salên borî de tu gav pêk neanîn. Li ser esasê parastina me ya girîngiya diyalogê, em piştrast dikin ku xitaba ragihandinê û helwestên fermî yên rayedarên rejîmê, divê ne bi vî zimanî bin û tu çareserkirina pêşerojê tê de tune ye. Tevî ku Rêveberiya Xweser projeyeke niştimanî ye û tu caran gef li yekitiya Sûriyeyê û gelê wê çênake."