Gundên Şêrawa, Şehba û Eyn Îsa hatin bombekirin
Dewleta Tirk a dagirker gundên Şêrawa, Şehba û Eyn Îsa bombe kirin.
Dewleta Tirk a dagirker gundên Şêrawa, Şehba û Eyn Îsa bombe kirin.
Dagirker li gorî saeta herêmî saet 21:55’ê gundê Hoşan a Ey Îsa bombe kirin.
Hemwext gundê Aqibê û Ziyaret ên Şêrawa û Dêr Dimelê ya Şehbayê jî hatin bombekirin.
Saet derdorî 20:00’ê jî gundê Seyda û Mişeyfa ya Eyn Îsa û Kampa Eyn Îsa û rêya M4 dan ber obusan.
Dewleta Tirk hema bêje her roj jîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombe dikin.