Cenazeyê şehîdan bi merasîmeke heybet spartin axê

Bi merasîmeke bi heybet cenazeyê 7 şervanên QSD’ê yên di dem û cihên cuda yên berxwedana li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê de şehîd bûbûn, li Goristana Şehîd Xebat Dêrik spartin axê.

Bi tevlîbûna bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê cenazeyên 7 şervanên QSD`ê Weêl Omer (Zinar Botan) Salih Ibrahîm (Xebat) û 5 şehîdnên din ên ku di dem û cihên cuda yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Xebat Dêrik spartin axê.

Şêniyên ku li pêşiya Nexweşxaneya Dêrikê piştî ku cenazeyê şehîdan girtin û şûnde bi tilîliyên dayikan û dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi karwanekî berê xwe dan Goristana Şehîd Xebat Dêrik.

Li goristanê, merasîm bi deqeyek rêzgirtina gel û şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) destpê kir. Piştre yek ji fermandarên YPG`ê Hemîd Cûdî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Ti hêz nikare li pêşiya projeya neteweya demokratîk bisekine ku bingeha xwe ji fikrên Ocalan digire."

Cûdî tekez kir ku wê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker heta rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî li ber xwe bidin.

Yek ji rêveberiyên Kongreya Star Heyfa Erebo jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza pêkanîna armancên şehîdan da. Heyfa got: "Bi salane ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berxwedana li dijî êirşên çeteyên DAÎŞ, Cebhet El-Nusra û dewleta Tirk ku hemû şêwazên dijmirovî ji bo tinekirina hebûna gelên herêmê û projeya wan a demokratîk, dewam dikin."

Erebo destnîşan kir ku gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ji her demê zêdetir nêzî azadiyê bûye, ji ber ku bi biryara xwe ya têkoşîn û berxwedanê ve girêdayî ye.

Di dawiya merasîmê de, di nava tilîliyên dayikan û dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re cenazeyên 6 şehîdan li Goristana Şehîd Xebat Dêrik û şehîd Xebat Ibrahîm li Goristana Şehîdan a Til Koçerê spartin axê.