Çeteyên Tirk êrîşî gundên Minbicê kir

Hate ragihadnin ku komên çete yên dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundên bakur rojavayê Minbicê kirin.

Buroya Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê li ser mijarê daxuyaniyek parve kir. Di daxuyaniyê de ev agahî hate dayîn; "Çeteyên Mertala Firatê yên li gundê Yaşlî yê bakurê rojavayê Minbicê bi cih bûne nuqteyên hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi çekên giran topbaran kirin.

Çeteyan gundên Dendeniya, Um Edesa, Farat, Um Celûd, Eseliya û Seyada yên bakurê rojavayê Minbicê ku sivîl tê de hene kir hedef. Ji ber topbaranê zirar gihaştin malên sivîlan û hin şênî ji gundan ber bi bajêr ve koçber bûn."