QSD: Li Til Temirê 4 çete hatin kuştin

QSD’ê ragihand ku di êrîşa çeteyan a li ser gundewarên Til Temirê de 4 çete hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniya QSD’ê de hate gotin; “Roja 15’ê Sibatê çeteyên dagirker xwestin êriş bibin ser gundewarên Til Temir. Piştê şerê dem kurt êrîş ji aliye hêzên Meclîsa Leşkerî ya Til Temir ve hat şikandin. Di encama şerê li herêmê de 4 çete hatin kuştin.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin; “Roja 16’ê Sibatê li Eyn Îsa çeteyên dagirker bir çekên giran êrîş birin li ser gelek gundan. Li nêzî gundê Kopîrlîk dewriyeya Rusan jî bû hedefê wan êrişan. Di encamê de dewriyeya Rusan paşve kişiyan.”