Wê balafirgeha Helebê ji bo firînên bazirganiyê ji nû ve bê vekirin

Rejîma Sûriye ragihand ku wê rê bide firînên bazirganiyê ya ji bo bajarê Heleb ê berê weke paytexta bazirganiyê dihate dîtin û bajarê welat ê duyemîne.

Hêzên rejîma Sûriye roja Yekemê deverên derdorî Helebê bi temamî xiste di bin kontrola xwe de.

Wezîrê Veguhestinê yê Roja Duşemê li ser Telegramê daxuyaniyek da, ragihand ku wê Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê ji nû ve ji firînê re vekin.

Li gorî daxuyaniyê seferên firîna yekem a navbera Şam û Helebê wê roja Çarşemê bê kirin. Diyar kir ku wê firînên ji bo Qahîrê jî demek nêzîk bidin destpêkirin.

Balafirgeha dikeve rojhilatê welat, ji ber ketina taxên rojhilat a destê komên çekdar ji sala 2012’an û vir ve ji firînên bazirganiyê re hatibû girtin. Bajarê Heleb 2016’ê piştî kete destê hêzên Sûriyeyê û şûnde jî hê jî hebûna komên çeteyan ya li herêmên derdor. Di sala 2017’an li balafirgeha Helebê firînên testê hatibû kirin.