Cenazeyê şehîd Diyar Efrîn bi merasîmekê hate veşartin

Welatiyên Efrîn û Şehbayê bi merasîmekê cenazeyê şervanê YPG'ê Diyar Efrîn li Şehbayê veşartin.

Bi hezaran welatiyên Efrîn û Şehbayê cenazeyê şehîd Diyar Efrîn ji nexweşxaney Avrîn wergirtin û bi karwaneke wesayîtan ber bi navçeya Ehrezê ve ketin rê.

Li navçeya Eherezê li goristana Şehîdên Serdemê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanan ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin.

Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Receb Mustafa û Hevseroka Kantona Efrînê Şîraz Hemû axivîn. Qisekeran sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û wiha gotin; “Niha di van kêliyan de em pekrewenekî dinn ji pekrewanên azadiyê oxir dikin, ev tê wateya israrbûna gelê me li ser xeta azadiyê û demokrasiyê û tu kes nikare îradaya me bişkîne”

Piştre nasnameya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Li ser daxwaza şehîd cenazeyê şehîd Diyar li ber strana Şervano hate veşartin.